Li ser filma Di navberê de: Dayikên li vî welatî yên bi gotineke bi tenê ya Tirkî nizanin, zarokên ku bi gotineke tenê bi Kurdî nizanin mezin kirin. Ev yek ji gelek komkujiyan jî xerabtir e.
RONÎ ARAM / MA / STENBOL
Filma ‘Di navberê de’ yê derhêner Alî Kemal Çinar ku di ‘Pêşbirka Neteweyî’ ya Festîvala Filman a Antayayê de hate nîşandan, qala zor û zehmetiya jiyana Osman dike ku zimanê wî yê dayikê nîvco maye.
Filma destpêkê ya ‘Pêşbirka Neteweyî’ ya festîvalê ku roja Yekşemê dest pê kir, filma ‘Di navberê de’ bû. Film ji aliyê derhêner Alî Kemal Çinar ve hatiye amadekirin.
Di Festîvala Filman a Antalyayê de belgefilma Reyan Tûvî ya bi navê “Yeryuzu Aşkın Yuzu Oluncaya Dek - Heta Rûyê Erdê bibe Rûyê Eşqê” hate sansurkirin û ev pêvajoya sansurkirinê bi rakirina beşa ‘pêşbirka neteweyî’ ya li festîvalê giran bû. Şaredarê AKP’yî Menderes Tunel zexta desthilatdariyê ya li ser festîvalê roj bi roj bêhtir nîşan da. Ev yek bû sedem ku derhêner û sektora sînemayê li dijî sansurê bibin yek û bernameyeke alternatîf amade bikin. Ji ber ku Festîvala Filman a Antalyayê li ser meydana navneteweyî tê lidarxistin, komek ji derhêner û filmçêkeran li Stenbolê ‘Pêşbirka Neteweyî’ organîze kirin. Ev pêşbirk kete sala xwe ya duyemîn.
‘Di navberê de’ dest pê kir
‘Pêşbirka Neteweyî’ roja Yekşemê bi filma ‘Di navberê de’ yê Alî Kemal Çinar dest pê kir. Filma ‘Di navberê de’ ku berê li Festîvala Altin Koza ya Edeneyê hate nîşandan, qala meseleya zimanê dayikê dike. Qehremanê film Osman e. Osman mirovekî welê ye ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî biaxive, lê fêhm dike. Û zimanê Tirkî yê ku piştre hînî bû, nikare fêhm bike, lê pê diaxive. Ji ber vê rewşa ecêb, Osman di jiyanê de her hildikume.
Sermeselê, dema karekî dike nikare bala xwe bide ser karekî din. Osman ê ku wesayîtan tamîr dike, dema ku li ser kar muşterî pirsekê jê dike, nikare bersivê bide. Gava diçe qehweyê vexwe, nikare hem bi yekî re sohbetê bike hem jî qehweyê vexwe. Dema wesayîtê diajo, ji bo bersivê bide pirseke jê tê kirin, neçar e her gavê wesayitê li cihekî bisekinîne û piştre bersivê bide.
Ev rewşa ku Osman tê de ye, dibe sedem ku bi tenê bimîne û ji jiyana civakî îzole bibe. Dixwaze bizewice, lê jinên ku pê re hevaltiyê datînin, ji ber vê taybetmendiya wî nikarin pê re li hev bikin. Sibê, êvarê dixebite. Derdora Osman tenê dayik, bav û hevalên wî yên li kar in. Bi demê re yên li derdora wî jî yek bi yek jê vediqetin. Ev rewş êdî ji bo wî jî dibe pirsgirêk. Muşteriyekî wî ji bo dersa Kurdî bang li wî dike. Ew jî biryarê dide ku biçe dersa Kurdî û vê pirsgirêkê çareser bike.
Zimanê nîvcomayî
Kursa ku Osman diçiyê, li saziyeke ziman a bê pere ye. Li wê derê gelek kesên mîna wî hene ku pirsgirêka wan a ziman heye. Ciwanekî ku bi Kurdî zane lê nikare biaxive, tenê bi dengekî nizm bi însanan re diaxive; Yekî ji Roboskî ku bi 5 zimanan zane, lê belê ji ber ku tenê axaftina bi zimanê Tirk li ser tê ferzkirin, tenê bi talîmatê diaxive û yekî din ê Kurdî û Tirkî tevlîhev dike. Sazî hewl dide pirsgirêka hemûyan çareser bike. Ji ber ku pirsgirêka bingehîn nîvcomayina zimanê dayikê ye.
Qirrkirin e lê xirabtir e
Di hevpeyvîna piştî film de gelek mînakên weke rewşa Osman hatin bilêvkirin. Her kesî qala pirsgirêka xwe ya li ser zimanê dayikê kirin. Temaşevanekî ku koçberekî Makedon e got, “Malbata min li malê bi Makedonî diaxivin. Ez fêhm dikim, lê bi Tirkî bersivê didim wan.” Şîroveya temaşevanekî din jî asteke cuda ya pirsgirêkê radixe pêş çavan: “Dayikên li vî welatî yên bi gotineke bi tenê ya Tirkî nizanin, zarokên ku bi gotineke tenê bi Kurdî nizanin mezin kirin. Ev yek ji gelek komkujiyan jî xerabtir e.”