EVRÎM KEPENEK

JINNEWS/STENBOL

Her stranek, çîrokekê vedibêje. Esas, her roj em hemû çîrokekê vedibêjin. Stran gerdunî ne. Mirov dema li stranekê ku qet bi zimanê wê nizanin guhdarî bikin, dikarin bigirîn. Hişekî me yê muzîkal ê cidî heye.

Hunermend Rewşen Çelîker ku bi Kurdî û Ermenîkî stranan dibêje, got, esas, muzîk vegotina heqîqetê ye.

Guharên muzîka Kurdî, Rewşen Çelîker a ku strana gelêrî ‘Ax Lê Wesê’ dibêje, wek ‘Dengê bi heybet’ didin nasîn. Rewşen a ku albuma wê ya ewil ‘Ax Lê Wesê’ di platformên dîjîtal de tê parvekirin, ji bo albuma xwe ya duyem jî amadekariyan dike. Em jî bi Rewşenê re li ser muzîkê axivîn.

Ji bilî jiyana muzîkê, cenabê te xwe çawa dikare îfade bike?

Ez her tim di dilê xwe de li aliyê ronahiyê me û heta ji destên min tê ez vê yekê bi pêş dixînim. Vê jî, sal li min bihurandin.  Ev kêfek e, mirov rûyê xwe yê ronahî nîşanî hinek kesan dide.

Cenabê te rihê xwe yê li sahneyê çawa îfade dike?

Ew li gorî rojê diguhere. Mirov fikaran bikin, xemgîn bin, pirsgirêk hebin, mirov ji sahneyê kêfê nagire. Teqez rewşên mirov şaşiyan bike jî hene. Li holê berhemek heye û divê li gorî qîmetê wê pê re miamele bike. Em hewl didin li sahneyê çîroka wê berhemê derxin holê. Yanî enerjiyek hevpar, enerjiya sahneyê ye.

Gotina stranan bi 11 zimanan, tiştekî çawa ye?

Her ziman di nav xwe de çandekê dihewîne. Ez ji van zimanan hez dikim. Erdnîgarî di muzîkê de xwe dide bihîstin. Ziman û stranên me yên xweş hene. Her zimanek çîrokeke wê, melodiyeke wê heye.

Gelo ne zehmet e ev kar, cenabê te Kurd e û bi zimanên din jî distirê?

Bêguman zehmetiyên wê hene lê li gorî wê, awayê xebatê bi pêş dixînim. Bi kîjan zimanî bibêjim, qeydên wan stranan digirim û li ser dixebitim. Koçê ziman bibêje çi, ez wisa dikim. Ez wê stranê ji 4 hevalan re ku bi zimên dizanin, dişînim. Em li cihekî hewl didin çîrokê vebêjin. Ez bi Lazî, Fransî, Ermenî, Suryanî û Kurdî  stranan dibêjim.

 Gelo erdnîgarî bandoreke mezin li ser cenabê te jî dike?

Em di dilê xwe de bi erdnîgariyeke mezin digerin. Em tiştekî di dilê xwe de kifş dikin. Em li zimanekî digerin ku wergera wê erdnîgariyê dike. Ez jî hinek tiştên din li wê stranê bar dikim. Bandoreke wisa ya erdnîgariyê li ser muzîka min heye.

Ez Kurd im. Min li her derê jiyana xwe bi Kurdî da rûnandin. Min di jiyana xwe de heyî kir. Min nirxa ku heq dikir ango li gorî qîmeta wê miamele pê re kir. Israreke min a bi Kurdî hebû. Malbat jî di vê mijarê de hesas bû. Zimanê min di muzîka min de jî gelek girîng bû.

Hûn an jî muzîka we di bin zextê de ye gelo?

Ez wek kes nikarim bibêjim ez azad im. Pisgirêk hene. Rastiyên me hene. Em wek gel di demên zehmet re derbas dibin. Mîhrîcan û konserê betal dikin.

 Cenabê te dikare hinekî behsa rêwitiya xwe ya muzîkê bike?

Di nav bêderfetiyan de birayê min kemanek diyarî min kir. Li gorî min wê kemanê jiyana min a muzîkal bi teşe kir. Ew keman tine bûna, min ê berê xwe bida enstrumaneke din. Ez ji wir, hînî muzîka klasîk a rojava bûn. Ez hînî muzîkên Ermenî bûm. Her stranek, çîrokekê vedibêje. Esas, her roj em hemû çîrokekê vedibêjin. Stran gerdunî ne. Mirov dema li stranekê ku qet bi zimanê wê nizanin guhdarî bikin, dikarin bigirîn. Hişekî me yê muzîkal ê cidî heye.

Baş e, em berê xwe bidin albûma ‘Ax Lê Wesê’…

Albuma me di platformên dijîtal de tê belavkirin û ji qeydê malê pêk tên. 8 stranên albumê hene. 5 heb Kurdî 3 heb Ermenkî ne. Em bi ekîbeke 5 kesî re dixebitin. Em bi gelek dostên xwe re dixebitin. Wê albumeke nû jî bê. Albumeke profesyonel di rê de ye.