
Li Anatoliya Navîn an li der û dora bajarên mîna Enqerê, Yozgat, Çankiri, Qirşehîr, Sêwas, Qeyserî, Aksaray, Qonya û heta sinûrên Eskîşehîrê gelek Kurd dijîn. Kurdên li wir bi sê zaravayên Kurdî deng dikin. Vana Kurmancî, Kirmanckî-Kirdkî û Lerî-Lorî (Şêxbizinî) yê. Wan Kurdan li vê herême herî kêm 320 sal in ku bi cîh bûne. Sedema hatina wan jî polîtîka Osmanîya ya bi zorê bicîh kirin û parçekirina êlan e. Yanê bi darê zorê. Berî yê bên herêmê jî ew li der û dora Meletî, Semsûr, Germîyan û Dîlokê dijîyan. Osmanîyan berê ew şandin Sûrîyê. Nêzikî 10 salan li dora Raqa, Hama û Humûsê jîyan. Piştre xwe avêtin Torosan, şerê dewletê kirin, têkçûn û dewletê ew li navênda Anatoliyê bicîh kirin.
Sê zarava tên axaftin
Ji sê zaravayên li navênda Anatoliyê em ê di ve nivîsê de li ser zaravaya Kurmancî rawestin. Heger li ser devokên Kurdî xarîteyek bê çêkirin, devoka wan Kurdên wir ya di nava rengê berfiratê de bê dîyarkirin. Yanê, ew renga ji Helebê bigre heta Dîlok, Germîyan, Meletî, (hinek jî Amed) Elazix, Dêrsîm, Qers, Gurcîstan, Ermenîstan û Azerbeycanê dirêj dibe. Li alîyê bakûr jî xeteka nêzikî vê devokê heyê ku ji Xalxala Îranê destpêdikê heta Gîlan (beşa Kurmancî û Lerî axif), Qezvîn, Mazenderan, Xorasanê belav dibe. Zanyarîya min li ser Kurdên Herat û yên Hindistanê kêm e, lê ji bo ku ew parçeyên ji Kurdên ji Xorasanê ne dibe ku devoka wan jî nêzikî ya Xorasanê be. Ez wan hemîyan wek ‘Kurdên Derveyî Welat’ binav dikim. Bê guman ziman û forma wî bi rewşa milet ya aborî, civakî, dîrokî olî û coxrafîk ve girêdayî ye. Lê gelêk zimanzan dibêjin: ”Ew devok, di forma Kurdîya herî kevn de maye...”
Bandora têkîliyên bi dagirkeran re
Kurdên herêmê, wek me li jor jî destnîşan kir, li ser erdnîgarîyeka dervayî axa Kurdistanê dijîn. Erdnîgarî jihev dûr û pir fireh e. Piranîya Kurdên li wê herêmê, bi Kurdên nîştecîhê Kurdistan vê piranî di nava dîrokeke cûda de jîyan ê. Di nava wan de tekîlîyên bi berdewamî pêk nehatine. Ji birayên xwe Kurd zêdetir, bi dagirkerên welatê xwe re tekîliyên wan yên demdirêj çêbûne. Vê yekê jî bandor li ser zimanê wan kiriyê.
Herifandina ziman
Di dîroka kevin de, Kurdên îro li Anatoliyê û Xorasanê, li Azerbeycanê û di nava dewleta Şadiyan de xwe bi rêxistinî kirine. Li Qafqasya jîyane. Dema ji wir jî çûne, li rojavayê Anadolê, rojava û bakûrê Sûrîyê û Xorasanê belav bûne. Ji ber vê dîrokê û tekilîyên civakî jî di zimanê wan de gelêk guhartin pêk hatine.
Di gruba zimanê Hînd-Awrûpî û beşa Aranî (Îranî) de, koma ku zimanê wê herî zêde herifî (xirav bûyî) Kurdên li Anatoliya Navîn û xeta rojavayê (berfirat) Kurdistanê ne. Guherîna bingehîn xwe di hêjmaran de dide xûyakirin. Kurdên li Anatoliyê û hinekê rojavayê Kurdistanê (Mereş, Meletî, Dîlok, Elazix) dema dijmirin, piştî dehan dibêjin: ”Dewyêk (deh-yek 11), dewd-dû (12),…, panzdeh (15),…dew-heşt (18), dew-nehê (19) û bîst.” Ew sîstema hêjmartinê ne gor pîvanê zimanê Aranî ye. Herifandina ziman xwe di hêjmara panzdehan de dide dest ku ew piştre hatinê gûhartin. Lê di hêjmarên din de gûhartinên radikal pêk hatinê.
Vê gûhartinê rêngê xwe daye ser hevok û peyvan jî. Di hevokan de gelek “miş/mîşkê…” derbas dibin. Lewra peyvên ji Tirkî hatinî girtin hema wek orjînala xwe nekirinê nava hevokê. Di wan peyvanan de jî gûhartinê li pêş an jî li paş peyvê dikin ku ma ew tekevê forma Kurmancî. Yan jî bi temamî bi peyvên Tirkî dixwazinê hevokên Kurmancî ava bikin. Wek mînak:“ Kapi kapatmiş ke” tê gotin; di Tirkî de rastiya vê “kapiyi kapat” e, yanê derî bigire ye. Ew ‘ke’ ya dawî ji hevoka ”bike” ya Kurmancî tê û dixwazê hevokê bikê forma Kurmancî.
Têkiliyên bi Macar û Grekan re
Gûhartina radîkala di hêjmaran de pêk hatî nîşan û ispata dîrokeka demdirêj ya bi Tirk û miletên din re jiyanê ye. Li ser tekîlîya Tirk û ew beşa Kurdan mirov dikarê niqaş bike. Gor lêkolînên min kirî, ew tekîlî, bi qasî nêyî fêhm kirin kevn e û mijara pirtûkanê. Ji alî din ve, ew sîstema dengê reqêman (yanî berê deh piştre yek=dewyek) di zimanê Girekî û Macarî de jî heye. Bi van herdu gelan re jî tekilî, cîrantî, şer û alîkarîyên bi hevre yê dîrokîyê wan û Kurdan pêk hatinê. Hinek peyvên dinav zimanê Kurdî de ispata van tekîlîyanê.
Beşên Kurdên Anatoliyê ye li Xorasanê, ji bo ku ew di bin desthilatdariya Îranê de ne, di hêjmartina wan de tu guhartin pêk nehatiyê. Têne yên di bin desthilatdariya Tirkan û Ereban de hijmaran şaş bikar tînin. Ji bo ku Kurd di dibistanê de fêrî Kurdî nabin, herkes gor şert û coxrafya ya ku tê de dijî zimanê xwe bikar tîne û ew jî dibê sedêmên gelek tevlîhevî û şikeştinan. Niha Kurdên li derwayî Welat, bi taybetî yên rojavaye Anadolê gelek ji wan ketinê bin bandora Tirkî. Carna di hevokê de tenê ‘û’ Kurdî ye, hemû peyvên din Tirkî ne. Di alî sîyasî de şîyarbûneka wan heye û ew vegeriyana ser hestên neteweyî. Di alî ziman de jî pêdivîyek bi hewildanek bi hêz heye.
Nêzîhevkrina zimanê herêmî û yê navêndî
Ji bo ku di nava Kurdên li derwayî Welêt de, di dibistanê de ziman nehatiyê fêrkirin, Kurdên li Anatoliyê di nava hevokê de peyvên rast bikar tînîn lê dema têne wata peyvê tê pêş wan, ew ji nav dernakevin: Mînak:
1- Merîyan h/êrîşî nava gund kirin an pez hêrişî ser avê: Ew hevok gelek caran bikar tên. Heger em ji nava vê tenê ‘h/êrîş’ ê bigrin wata we nizanin. Dîsa em ‘nav-în’ ê bigrin, nizanin ku ew nav an jî ortê ye.
2- Însan li hev civîyan. Ew hevo di axaftina rojane de gelek caran bikar tê. Heger em tenê bêjin ‘civîn’ ew dîsa nayê fêhm kirin.
3- Mîna şêr û pilingan li berxwe dan. Ji vê hevokê ku em ‘şêr û piling’ bigrin nê zanîn ku wata wan çiyê, lê di axaftina ji dê û bavên xwe ezber girtî, bi piranî ezber û bê ku wata wan bizanin jî deng dikin.
4-Tê wenda kir bi destên xwe, min dît bi ronîya çavên xwe. Ji vê gotina mezina ronî-ya derxê nizanin ku wata wê çiye.
Di nava wan Kurdan de çanda devkî wek behrekê; bi nivîsandinê teva nabê. Ew çanda devkî, heta 50 salan berê bikar dihat. Dayikên me her roj û şev ji me re çîrok û metelok digotin û em bi wan mezin bûn. Lê qirna piştî me ji vê sûd wernegirt; lewra TV, dibistan û tekîlîya bazarê bi dagirkeran re ew da sekinandin. Ji ber vê jî ziman û çanda me gelek zirar dît. Mirovên me ketin nava valahîyê û gelek jî teslîmî polîtîka dagirkeran bûn û niha tenê bi zimanê wan deng dikin. Di van 50 salên dawî de kesên ronakbîr nikarîn zêde çanda me derbasî ser kaxizê bikin û ji bo vê jî zirara me hîn zedetir bû. Di van 20 salên dawî de kovar û revşenbîran di vê mijare dê roleka gelek erenî lîstin. Lê barêkî din jî li ser milên wan kovar û şêxsîyetana ye: divê ew zimanê ku hatîye ji bîrkirin, dîsa bi gel bidin fêrkirin û hezkirin.
Di vê pêvajoye de ew derdor mecbûrin ku zimanê herêmî bi yên navêndî ve nêzikî hev bikin û cûdahîyên biçûk ji holê rakin. Li herêmê rewşa zarave Kirmanckî û Lerî/Lekî jî hema hema wek Kurmancî yê. Tirkî gelek ketîyê nav wî û ziman gelek xirab bûyê. Ji bo vê jî barekî giranî li ser milên kovar, rewşenbîr, şaredarî, mamoste/a û xelkê herême ye ku vê agirî vêmîrînin û Kurdîya şîrîn dîsa bikin zimanê rojane û wî wek ronîya çavên xwe biparêzin.
ŞOREŞ REŞÎ