Bi pêşketinên ji salên 1990’î vir de her çiqas siyasetên Kurdî nêzî hev bibin jî, van pêşketinan bandoreke mezin li têkîliyên rêxistinên Kurdan ên bi dewletên serdest ên herêmî re jî kirin. Bi taybetî jî hêzên desthilatdar ên Başûrî bi pejirandina wan a ji hêla dewletên serdest ve, xwe di nava siyaseta serdestan de dîtin. 

Her tevgera siyasî dikane bi her hêzên siyasî re têkîliyan deyne û herwiha bi dewletan re têkîlîdanîn jî pêdiviyeke siyasî û dîplomatîk e. Lê di vê meseleyê de tiştê ku li ser guftugo bê kirin, şêwazê têkîliyan e. Eger têkîlî ji bo berjewendiyên gel bin û şêwazê wê jî bi tu awayî zirarê nede xelkê, nirxên civakî, têkîliyên navxweyî  û yekîtiyê, wê çaxê mirov dikane wan wek têkîliyên asayî pêşwazî bike. Lê eger şêwazê têkîliyê zirarên psîkolojîk û pratîkî didein beşeke xelkê an jî xelkên li beşeke din a Kurdistanê, wê çaxê mirov nikane wê siyasetê wek siyaseteke Kurdî û Kurdistanî binav bike; berovajî vê yekê ew ê wek hevkariya bi dijminên Kurd û Kurdistanê re bên binavkirin... 

Helbet mirov naxwaze tu partî an jî rêxistinên Kurdî roleke wisa bilîzin, bi têkîliyên wan yên bi dewletên serdest re, zirarê bidin Kurdan, têkoşîna azadiya Kurdistanê û hêzên Kurdî. Lê feraseta serdestî û desthilatdariyê çavan kor dike, guhan kerr dike. Wexta mirov peyamên rojên vê dawiyê yên pirr erzan, pozbilind û bêwate yên hinek rayetarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) dixwîne, dil diêşe. Mirov difikire; gelo ew siyasetê bi navê kê dikin, an jî siyaseta çi dikin?!. Divê were zanîn; ku rêxistinên bahsa ‘serxwebûnê’ dikin, beriya her tiştî gereke siyaseta xwe serbixwe bikin, di destpêkê de bi xwe serbixwe bibin û bi siyaseta xwe zirarê nedin têkoşîna Kurdistanî...

Rexnekirin û rexnedan ji bo rêxistinên Kurdan giştan pêwîste. Lê di têkîliyên rêxistinên Kurdî yên navxweyî de gereke ziman Kurdistanî, bi hestên Kurdewarî û rêzdar be! Ji bo bi pêşxistina demokrasiya Kurdistanî ev mecbûriyetek e. Di siyaseta navxweyî de feraseta serdestiyê zirarê dide yekîtiya netewî û eger wer biçe, wê Kurdan bi zirarên hên girantir re rû bi rû bihêle. Divê her rêxistina Kurdî hemû hêza xwe ji xelkê bigire û daxwazên xelkê ji siyaseta xwe re bike bingeh. Kî wer bike, bêguman ew ê ji xelkê elaqeyeke mezintir a erênî bibîne..

Pêşketinên tên jiyîn nîşan didin ku bandora dîplomasiya Kurdistanî her dihere bi bandortir dibe. Çend roj şûnde Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî wê li Amerîkayê be. Li gor daxuyaniya Serokê Dîwana Serokatiyê Fuad Huseyîn mijara sereke ya ku Barzanî bi rayedarên Amerîkî re biaxive, mijara ‘serxwebûnê’ ye.

Herwiha; pêşketinên li Rojava û bi taybetî jî serkeftina Kobanê bû sedem ku di qada nevneteweyî de Kurd mîna aliyekî sereke yê li Sûriyeyê werin qebûlkirin. Bi bandora vê yekê; Neteweyên Yekbûyî partiya Kurdên Rojava ya herî bihêz Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi fermî dawetî civîna Cenewre-3 kir. Civînên Cenewreyê wê di 4’ê Gulanê de dest pê bikin. Li gel Amerîka, Rûsya, Erebîstana Siûdî, Qatar, Îran û Tirkiyeyê di nava 20 nûnerên ku beşdarî civînê bibin de, bi navê Kurdan, PYD’ê jî heye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava wê tevlî koferansa ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ya li paytexta Misrê Qahîreyê jî bibe.

Stresa di têkîliyên navxweyî yên rêxistinên Kurdî de, li hember van pêşketinan wê destê Kurdan lawaz bike. Rêya bihêzbûnê jî di yekîtiyê û aramîkirina têkîliyên navxweyî re derbas dibe. Partî û rêxistinên Kurdî gişt derbarê vê yekê de têra xwe xwedî tecrûbe ne. 

Gereke neyê jibîrkirin ku Kurd bi hev re bi hêz in. Li gel vê yekê; feraseta serdestiyê jahr e û Kurdan û siyaseta Kurdî lawaz dike. Aramî û azadiya her beşê Kurdistanê wê bi yekîtiyê pêş bikeve. Bona vê yekê jî di polîtîkayên navxweyî de hevkarî, rêzdarî, piştgirî û zimanekî Kurdistanî divê...