Zimanê me hebûna me ye
Dewleta Tirk bi salan e li hemberî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne û yek ji stûnên vê siyasetê jî qirrkirina zimanê Kurdî ye. Li dijî vê, Platforma Zimanê Kurdî hat damezrandin û platformê doh û pêr komxebata ziman li dar xist û 3 komên xebatê hatin avakirin.
Li Bakurê Kurdistanê 9 partiyên Kurdan; HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T û PAK'ê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê
perwerdeyê û yê fermî "Platforma Zimanê Kurdî" ava kir.
Platforma Zimanê Kurdî 10-11 Mijdarê komxebata ziman li Yenîşehîra Amedê li dar xist.
Li komxebatê rêveber û nûnerên hemû partiyan, nivîskar, helbestvan, zimanzan, seyda, aktîvîst û gelek xebatkarên zimanê Kurdî amade bûn. Pankarta bi zaravayên Kurmancî û Kirmackî yên Kurdî “Zimanê me hebûna me ye – Ma bi ziwanê xwu estê” li cihê komxebatê hat daliqandin.
Nûner û siyasetvanan êrişên li dijî gelê Kurd weke êrişên li dijî hebûn, ziman û jiyana Kurdewar bi nav kir û got, komxebata ziman ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan gavek e.
Piştî axaftinan ji bo xebatên atolyeyê 3 kom hatin avakirin. Koma yekemîn elaqedarî partiyên siyasî ye ku wê daxwazên diyarkirî bixe rojeva û û ji bo fermîbûna Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî raya giştî ava bike.
Koma duyem wê di asta hikûmet û bürokrasiye de hewl bide û daxwazan ragihîne.
Koma sêyem, wê li peyman û lihevkirinên Tirkiye alî ye binihêre û mijarê bibe rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY).
Stûnekî girîng ê netewebûnê
Siyasetvan û zimanzan Mulkiye Bîrtane li ser girîngiya ziman got, "Ziman stûnekî girîng ê netewebûnê ye. Mafê herî rewa yê Kurdan e ku bikarin bi zimanê xwe, xwe îfade bikin û xwe perwerde bikin. Divê her aliyê siyasî berjewendî û îdolojiya partiya xwe deyne aliyekî û xizmetê ji ziman re bike."
Zimanê Kurdî dihele
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî got, "Zimanê Kurdî roj bi roj dihele. Salên dawî asîmîlasyon, zext û qedexeyên sîstematîk ên nû li ser zimanê Kurdî zêde bûne. Ez bawer dikim ku ev ê bibe gavek ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd."
Kurdî şert e bibe zimanê perwerdeyê
Alîkarê Serokê Giştî yê PDK-T Şerefxan Cizîrî jî got: "Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî, em ê vê mijarê bixin rojeva Tirkiyeyê û Neteweyên Yekbûyî. Divê di her aliyê jiyanê de zimanê Kurdî bibe zimanê sereke. Ev destpêkek e û gaveke erênî ye."
Ziman tenê pirsgirêka partiyekê nîne
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B) Bora Balîng jî got: "Pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka hemû partiyên Kurd e. Dema zimanek nebe zimanê perwerdeyê tine dibe. Niha ev metirsî li ser zimanê Kurdî jî heye."
ANF/ AMED