Bi vê boneyê em wek mamoste û xwendekarên Mexmûr ku bi zimanê dayikê perwerde didin û dibînin bang li hemû hêzên navneteweyî dikin bila dest ji wan polîtîkayên asîmîlasyon, îmha û înkarê bedrin, têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê bibînin û her kes ji bo çareseriyê têbikoşe da ku zarokên Kurd jî weke hemû zarokên cîhanê bi awayekî azad bi Kurdî bihizirin, bixwînin û binivîsîn."
Daxuyanî bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî Têkoşîna Gelê Kurd" û "Zimanê Me Hebûn û Rûmeta Me ye" bi dawî bû.
DÎHA/MEXMÛR
Li her derê daxwaza mafê ziman
Di 21'ê Adarê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de i bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyhe li 25 navendan çalakiyên bi daxwaza mafê zimanê zikmakî pêk hatin. Di çalakiyên hatin lidarxistin de Kurdan daxwaza mafê zimanê zikmakî bi slogana, "Zimanê me rûmeta me ye" anîn ziman.
KURDÎ-DER û Egîtîm Sen'ê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Navneteweyî li Enqere, Eden, Wan, Ebex, Elbak, Erdîş, Colemêrg, Gever, Şemzînan, Amed, Farqîn, Erxanî, Bîsmîl, Mêrdîn, Qoser, Dêrîk, Nisêbîn, Cizîr, Sîlopş, Riha, Êlih, Îzmîr, Mûş, Milazgir, Tetwan û gelek bajar û navçeyên din meş û daxuyanî pêk hatin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di makezagonê de bê parastin.
NAVENDA NÛÇEYAN