Rojnameyên Tirkiyeyê hemûyan manşetên xwe ji bo bûyera Çelê veqetandin. Rojnameyên Hurriyet, Mîlliyet û Radîkal bi manşetên cuda derketin pêşberî xwendevanan. Rojnameya Hurriyetê gotinên Serokomar Abdullah Gul „Tolhildan“ û „Tolhildana me dê mezin be“ weşand. Rojnameya Mîlliyetê bi manşeta „Li 9 xalên cuda êrîş kirin“ derket. Rojnameya Radîkal jî bi manşeta „Ev êş a me hemûyan e“ da. Rojnameya Fatîh Altayli Haber Turk jî bi zimanekî êrîşkar û heqaretwarî derket. Manşeta rojnameyê „Alçaxî“ û „Em li ser piyan in“ derket.
Çapemeniya ev hefteyeke „Li Çelê Qampa PKK’ê ya efsane tar û mar kirin“, „PKK tevlî hev bû“, „Êdî nikare ser bi xwe ve bê“. „PKK di şoqê de ye“ bi zimanekî provoke nûçe pêşkêş kir. Piştî bûyerê rojnameyan çareke din heqaret li tevgera kurd kir. Rojnameya Star bi manşeta „Lûtika Rêziltiyê „ derket û hemû nivîskarên rojnameyê heqaret li kurdan kirin. Rojnameya Yenî Akît jî bi manşeta „Şeytan harbûn“ derket. Nivîskarê heman rojnameyê Abdulkadîr Selvî nivîseke Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku ev 85 rojin bi parêzerên xwe re hevdîtin nekir hedef nîşan da nivîs.
Ji bilî rojnameyên din rojnameyên Bîrgûn, Evrensel û Ozgur Gundemê bal kişandin ser êşên tên jiyîn û çareseriya pirsgirêkê. Rojnameya Bîrgûnê bi manşeta „Rêya çareseriyê aştiyê e“ derket pêşberî xwendevanan. Rojnameya Ozgur Gundem jî bi manşeta „Bîlançoya girin a neçareseriyê“ û Rojnameya Evrensel jî bi manşeta „Bedela di israra şer de giran bû“ derketin pêşberî xwendevanên xwe.
DÎHA/ENQERE