Wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer, pêşangeha ‘Ên Me’ a portreyan ku ji her qadê hunerê û ji çar parçeyên Kurdistanê ji portreyên 50 Kurdên navdar pêk te, li Amedê di 5. Pêşangeha pirtûkan a TUYAP’ê de vedike. Di pêşangehê de ji Evrim Alataş heta Felakedîn Kakeyî ji Arjen Arî heta Bahman Gobadî, Egîdê Cimo, Aslîka Qadir, Feyzoyê Rizo û Mizgîn Tahir bi qasî 50 hunermendên navdar ên Kurd cîh digire. Ev pêşangeh jî di rojên Pêşangeha Pirtûkan de di navbera 20-25ê Gulanê de dê vekirî bimîne.

Suer, vê pêşangeha xwe cara yekemîn çend meh berê li navçeya Wêranşarê vekiribû. Pêşangeh li Amedê cara yekemîn e ku vedibe. Suer, ji ber pêşangeha xwe a li Fûara Pirtûkan kêfxweşiya xwe ani zîman û wiha axivî: “Pêşangeha navdarên Kurd a bi navê ‘Ên Me’ li gora konsepta Pêşangeha Pirtûkan bû. Ji ber ku gelekê portreyên di pêşangehê de ên nivîskaran in.”

Girîngiya wêneyan  

Hunermendê Kurd Suer, di vê navberê de bi du xalan dixwaze balê bikişîne ser girîngiya wêneyan û wênekêşiyê. Suer diyar kir ku di jiyana gelên pêşketî û rojava de wêne cihekî gelek girîng digire û ev nirxandin kir:
“Wênekêşî di welatên cîhanê yên pêşketî de di civatê de ji bo hişekî, mêjîyekî an têgihiştinek hevbeş bê afirandin tê bikaranîn. Divê gelê Kurd jî, wêne û wênekêşîyê bi awayekî zanistî ji bo vê armancê bikar bîne. Bi raya min, hewcehiya Kurdan ji her demê zêdetirîn bi vê yekê he ye. Û bi vê yekê ve girêdayî arşîvek hemdem û hev beş a Kurdan heta evrojê tune ye. Bi vê tevgerê wê arşîv jî derkeve hole.
A duyemîn jî, şîrovekarên hunerî dibêjin, ‘Zimanê wêneyan zimanekî navnetewî ye’. Ev yek pir rast e. Ji bo ku wêneyek bê fem kirin jê re werger nabêje... Ji ber vê taybetiya wêneyan, gelê Kurd, pirsgirêkên xwe, daxwaziyên xwe, çand û mirov an erdnîgariya xwe bi hêsanî kare bi wêneyan ragihînin gelê cîhan e. Û ji vê bandora pir xurt sûde bigirin... Wêne, rêya herî kin û hesanê ji bo xwe îfade kirinê… Di vî warî de, du wêneyên xwe yên sala çûyî ku xelat wergirtin ez dikarim mînak bidim. Bi wêneyê beqekê min pirsgirêka Bendava Ilısu û Heskêfê xist rojevê. Di bin wêne de nivîsandina, “Ger ku Bendav biqede dê ev beq û gelek ajalên din êdî wê nejîn” hebû. Û bi wêneyê Roboskiyê jî min bûyer û êşa malbatên Roboskiyê, di kovarek weke National Geograpicê de anî ziman û di arşîva vê kovarê de bi cîh kir.”

AMED