Li Zelandaya Nû, ji sedî 15´ê serjimarê bi eslê û nislê xwe Maorî ne. Zimanê Maorî yê li ber mirinê bi xwe niha hêdî hêdî ruh pê tê. Di nava çend salên bihurî de ew şermokîbûna berê Maoriyan karî ji ser xwe biavêjin û li zimanê xwe vegerin. Kesên bi esl ji kolonyalîstên Ewrûpî ne jî her diçe bêhtir elaqeyê nîşanî zimanê Maorî didin.
Li gorî nûçeya New York Timesê komên muzîkê ên ciwanan bi zimanê Maorî stranîn thrash metal dibêjin, kanalên radyoyê li ser izman û çanda Maorî weşanê dikin. Mamosteya zimanê Maorî Ella Henry jî ji rojnameyê re dibêje, “Zelanda Nû êdî bi rastî jî li ser wê rêye ye ku bibe civakeke bi rastî entegre.”
Li hemû dibistanan zimanê Maorî wê hebe
Sala 2013´yan li welêt bi tenê ji sedî 3.7´ê serjimarê bi Maorî dipeyivî. Zelanda Nû siyaseta xwe ya ziman guherand û niha hedef dike ku sala 2040´î ji sedî 20´ê serjimarê bi vî zimanî bipeyivin. Li gorî armancên hikûmetê, sala 2025´an li tevahiya dibistanên li welêt wê dersa Maorî bê dayîn.
Li welêt êdî her diçe bêhtir mirov bi “kîa ora” (merheba) bersivê didin telefonê xwe û e-mailên xwe jî bi “nga mîhî” (malîava) bi dawî dikin.
Spîkan gelek zilm li me kir
Kathy Fitzell a 75 salî ji wan kesan e ku fedî dikir li mekanên civakî bi Maorî bipeyive, ew dibêje: “Spîkan gelek zilm li me kir. Ji ber ku fêm nedikirin ka em behsa çi dikin, ji ber wê min dev ji zimanê Maorî berda. Lê niha neviyên min fêrî Maorî dibin, ew xwe hu dikin."
Maoriyê ciwan Janell Dymus ê 25 salî jî dibêje, elaqeya ji bo ziman gaveke yekem e ji bo kêmkirina newekheviya civakî û her hewldana li dijî cudakeriyê jî girîng e.
NAVENDA NÛÇEYAN