Lê gelê Bangladeş ev ferzkirina bişaftina li ser ziman û çanda xwe ne pejirand û li hember dewleta Pakîstanê di 21’ê Sibata 1952’an de hemû xwendevan, akademisyen karker û beşek mezin ji gelê Bangladeşê dest bi serhidanan kir. Li hember vê serhildanên gelê Bangladeşê dewleta Pakîstanê bi şêweyek hovane êrîş û di encamê de gelek Bangladeşî hatin kuştin. Piştî vê bûyerê 48 salan di 21´ê Sibata 1999’an de ji aliyê UNESCO û gelek saziyên navnetewî ve ev roj weke roja zimanê zikmakî a cîhanê hat pejirandin.


Tehlukeyên li ser zimanan
Li ser rûyê cîhanê zêdeyî 6 hezar û 700 ziman hene. 240 ziman nêzî sînorê tunebûnê ne. 18 ziman li ser sînorê tunebûnê dijîn. Li gorî lêkolîn û rapora Estîtuyuya Ziman a DYA'yê, li ser ruyê cîhanê zimanê ku ji aliyê yek kesî ve tê axaftin tenê 51 ziman hene. Ji 51 zimanan 28 ji wan li Avustralyayê ye. Nêzî 500 ziman ji aliyê 100 kesan ve tê axaftin. 1500 ziman ji aliyê hezar kesan ve tê axaftin. Nêzî 3 hezar ziman ji aliyê 10 hezar û nêzî 5000 ziman jî ji aliyê 100 hezar kesan ve tên axaftin. Li gorî hin çavkaniyan jî li cîhanê ji 6 hezar zimanan 538 ziman di nava talûkeya gelek mezin de, 502 ziman di nava talûkeyê de, 602 ziman li sînorê talûkeyê, 607 ziman jî ewlehiya wan tune. Di cîhanê de welatê herî dewlemend Yenî Ginê (Papua) ye û xwedî 800 ziman e. Li vî welatî 88 ziman di bin talûkeyê dene. Ji sedî 96’ê zimanan ji aliyê sedî 4’ê nifûsa cîhanê ve tê axaftin.

Welatên pirzimanî
Di nava 194 welatên Neteweyên Yekbûyî (NY) de li 113 welatan gelek zimanên fermî hene. Li Çînê 51 ziman, Hindistanê 36, li Îrane 8, li Iraqê 4 (Kurdî, erebî, farizî-turkmen) li Îtalyayê 11, li Fîlîpînê 17, li Rusyayê 34, li Efrîqeya Başûr 11, li Îspanyayê 5, li îngîlistanê 10, li DYA'yê 8 zimanên fermî tên axaftin. Lê li Tirkiyeyê li gel 20 milyon kurt hene dîsa tenê zimanê fermî tirkî ye. Li hin welatan hêjmara zimanê zikmakî wiha ye: Deutschland 7, Liberia 29, Guatemala 56, Thailand 75, Vietnam 94, Nepal 121, USA 176. Indien 398, Nigeria 515, Indonesien 729, Papua Neuguinea 832, insgesamt ca.

Li Tirkiyeyê rewşa ziman
Li gorî fermiyetê zimanê Tirkiyeyê Tirkî ye. Li gorî xala 42'an ji bilî Tirkî hemû ziman nayên qebûlkirin ji bilî tirkî bi tu zimanên din perwerde nayê dayîn. Welatiyên Tirkiyeyê tenê dikarin bi zimanê tirkî perwerde bibin. Li Tirkiyeyê zimanên kurdî (kurmancî-kirmanckî) Erebî, Gurcî, Lazî, Adigecî û Boşnakçayî zimanê herî zêdene, lê welatî nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. li Tirkiyeyê ji sedî 20 û 25'an bi zimanekî din diaxivin. Zimanê Ubihça li ber tunekirinê ye.

Rêjeya axaftina bi zimanan

Li gorî hin lêkolînan li Tirkiyeyê ji sedî 85,54 bi tîrkî, ji sedî 11,97 bi kurmancî, ji sedî 1,01 bi kirmanckî (Ji sedî 12,99) bi kurdî), ji sedî 1,38 bi erebî, ji sedî 0,12 lazî, ji sedî 0,11 çerkezî, ji sedî 0,07 ermenî, ji sedî 0,07 kafkasî, ji sedî 0,06 bi rûmî ji sedî 0,03 bi zimanê ewropî, ji sedî 0,01 yahudî, ji sedî 0,01 Kiptica û ji sedî 0,12 zimanên din tnên axaftin.

Zimanên li ber tûnebûnê ne

Li gorî UNESCO'yê ji 6000 zimanan, 199 ziman ji aliyê 9-10 kesan ve tê peyvandin û bi qasî 200 zimanên din jî, ber bi mirinê ve diçin. Dimilî yek ji wan zimanan e, ku ber bi mirinê ve diçe, ji lewre divê dimilî bê parastin. Goranî û Lorî jî, ber bi mirinê ve diçin. Divê ew jî bên parastin. Windabûna zimanan zirarê dide mirovahîyê. Suryanî/aşurî jî yek ji zimanên ketî ye. Divê ew jî bên parastin. Tirkiye bixwe kujerê ziman û kulturên cuda ye.

DÎHA/AMED