Pirtûka Handan Çaglayan a li ser zimanên li Diyarbekirê tên peyivîn bi navê Heman Mal Zimanên Cuda (Guherandina ZIman a Navnifşan / Meyl, Sînor, Derfet; Mînaka Diyarbekirê) hat çapkirin. DÎSA´yê (Enstîtuya Diyarbekirê bo Lêkolînên Siyasî û Civakî) bi vî karî mijareke ku bûye warê polemîkên siyasî têra xwe ronî kiriye.
Nêzîkatiya sereke ya pirtûkê li pêvajoya bipêşketina zimanan ew e ku ziman divê karibin bi xwenûkirinê ji nifşekî derbasî nifşê din bibin, lê belê têkiliyên civakî yên hiyerarşîk û siyasetên desthilatdariyê yên zordar vê pêvajoyê xera dikin. Ango pirzimanîbûna bajaran, civakan a xwezayî ye, ya ku pirrzimaniya wan diguhere, ya ku helwesta wan a li hemberî pirrzimaniyê diguhere, ya ku helwesta wan a li hemberî zimanekî diguhere ev têkiliyên civakî û siyasetên desthilatdariyê ne. Bi gotinên ji pêşgotina pirtûkê ku Şerif Derince nivîsiye "… li aliyekî bi rêbazên cihê yên zor û pêkutiyê, zor li civakên ku bi zimanên xwe dipeyivin dikin da ku zimanên xwe ji dest bidin ûu her wisa tên cezakirin û li aliyê din jî wê zanyariyê hildiberînin ku ew xwe berpirsê jidestdana zimanê xwe bibînin. Ev zanyarî ya kesê desthilatdar e". Bi vê nêzîkatiyê jî helwesta Handan Çaglayan a beramberî mijara xwe ya lêkolînê diyar dibe.
Çaglayan ji Diyarbekirê dide rê û bikaranîna zimên di jiiyana rojane de datîne ber xwe ji bo lêkolînê. Ew nîşan dide ka nifşekî Kurdî çawa guhastiye nifşê din yan jî nekariye vê bike. Ev xebat nîqaşên li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê sînordar nake, vê minaqeşeyê berfereh dike. Di lêkolînê de aliyekî girîng ew e ku Çaglayan xwe sînordar nake bi encamên qedexekirina zimên û nîşan didin ka qutbûna guhestina zimên di navbera nifşan de di encama kîjan bandorên civakî, psîkolojîk û siyasî de pêk tê.
Aliyekî din ê girîng ê lêkolînê ew e ku cih dide kiredeyên nîqaşên li ser zimanê dayikê. Ango berxwedan û têkoşîna li dijî siaysetên zimên ên desthilatên siyasî û têkiliyên hiyerarşîk jî di vê lêkolînê de cihê xwe digirin. Helbet nihêrîna li mijara zimanê dayikê di perspektîfa rexnegir a cinsiyetparêziya civakî de ku bi xwe dane û agahiyên girîng dabîn dike li ser vê mijarê.
Dibe ku mirov li vir bi bîr bixe ku berevajî pirraniya xebat, rapor û lêkolînên rêxistinên civaka sivîl ev pirtûk ne biryarderên siyasî ji xwe re dike armanc, lê belê bi giştî xwendevan ji xwe re dike armanca agahdarkirinê. Bi vî rengî ev karekî hêjayî xwendinê ye ku Handa Çaglayan kiriye û di encamê de jî pirtûk hêjayî xwendinê ye.
LUQMAN GULDIVÊ