Ji bo bîranîna şervanê YPG Waîl Omer (Zinar Botan) ku li Rojava şehîd bû, li Hambûrgê merasîmek hate lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, malbat û gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bûn.

Melayê Mizgefta Şêx Seîd a li Hambûrgê di merasîmê de axivî û got, şervanên li dijî zulmê têkoşiyane hemû, şehîd in. Eger ku serê me bilind e ew bi saya serê wan e.”

Xalê Waîl Omer Xelîl Omer diyar kir ku xwarziyê wî bi dirêjahiya 8 salan ji bo rûmet û azadiya welatê xwe têkoşiya ye.

 

ANF/HAMBÛRG