“Defterên Zindanê”, bi rastî jî li zindanê hatin nivîsîn. Li ser 32 perçe hatine berhev kirin. Bi Îtaliyanî û zimanên din nizanim lê, zimanê Tirkî ve wek sê pirtûk hatine çap kirin. Defterên Zindanê, berhemekî Antonîo Gramscî ye. Gramsci, wek însanekî feqîr, di nav malbatekî muhacîr de hatibû dinyayê. Ji ber vê yekê xwendina wî jî bi zehmet bû. Ji ber ku bavê wî avêtibûn girtîgehê, bi salan ji dibistanê dûr ma. Piştî mekteba seretayî, wek her zarokek ji xwendinê mehrûm mayî di karên giran de xebitî. Dawiya dawî di bin şert û mercên giran de jî be xwendina xwe domand û li zanîngehê bi taybetî bala xwe da li ser zanîna dîrok, wêje û ramangeriyê, nêrîna xwe li ser siyaset û ramangeriyê kûr kir. 

Gramscî însaneke xwedî hişmendiyeke biriqî, di warî ramangeriyê de têgihîştî bû. Li ser wîjdan û exlaqê jî wek însaneke li ser şopa rastiyê bi israr be tevgeriya û di jiyana xwe ya kurt de tu carî ji rastî û heqîqetê tawîz neda. Berdela ev yekê jî jiyana wî bû... Temenekî ciwanî û bi êş jiya û bi fikr û ramanên xwe ya gerdûnî ve jî jiyana xwe ji dest da. 

Jiyan û nêrînên Antonîo Gramscî, bi rasti jî ji bo insanên tekoşêr pêmayiyeke zêrîn e. Wateya zindanê, hebûna zindanê, tekiliya siyaset û zindanê, li wateya azadî û bindestbûnê gelek fikrên kûr hîşt li pey xwe. 

Ya ku ez ji Gramscî elimîme, zindan, ji her tiştî wêdetir mêzîna azadiya însan e. Gava em li nav jiyaneke serbest de bijîn, amûrên teknîkî di bin destê me de bin, hêz û quweta me hebin û di cih de bin, gava derfetên tekoşîn û şerkirinê hebin, wê demê azadiyê qels e û azadiyê ku em xwedî wê ne, misogerî û teqeziya wê nîn e. Azadî, taybet li hundir tê bidestxistin. Pêdiviya azadiyê taybet li zindanê heye. Ger însan li zindanê azad be, ew însan li her wext û zemanê, li her derê û di bin şert û mercên her awayî de azad e. Kes nikare ew insanê ji azadiya wî/ê dûr bixe. Azadî ji bo vî însanî qareqterek e, taybetmendiya ew însanê azadî bi xwe ye. 

Gelek car ji bo Tevgera Azadiyê difikirim, “Gelo bi çi sedemê, di din her mercên giran de wek bi awayekî serkeftî dikare tevbigere, encamên erenî bi dest dixe û morala xwe bi tu awayî nadixîne xwarê?” Ez bawerim û zanim jî, sedema vê yekê, biryarên ku li zindanê hatine girtin, ezmûnên ku li zindanê hatine dayîn û şêwazên ku li zindanê xuya bûne û xwe dane der û li ser van yekan moralên ku li zindanan belavî hemû qadên tekoşînê bûne ne.

Ji ber vê yekê, teqez zelal e ku, tenê rojek, hema tenê deqîqek be jî, ger tevgera Kurdan ji hişmendiya zindanê dûr bikeve, eleqata xwe ji zindanê biqetîne, dîlgirtî yên ku hê jî li zindanan têdikoşin çirkek jî be wan bîr bike, dê ew tevger ser serkî biçe xwarê û êdî tu car nikare xwe heyî bike û li himberî dagirkeriyê ber xwe bide.

Niha îro ew roj e... Piştî derbeya leşkerî ya Tirkiyê, wek firsendek li zindanan zilm û zora dewletê bilind bû, girtiyên azadiyê di bin tundî û êrîşên faşîstan de li ber xwe didin. Roj roja xwedî lê derketin û piştgirîdayîna zindaniyan e. Çi ku ev, azadiya me û azadiya hemû civak bi xwe ye.