Carinan em bêyî ku pê bihesin rastiyeke dîrokî me ewqasî weke ku mirov ji nişkave ji xeweke giran veciniqîbe, vê yekê bi mirov dide bawerkirin ku dîrok rûbarek e, diherike û mirovan fêrî herikînê dike, ger bisekine ji xwe nabe rûbar wê demê! Îro di ber deriyê muzexaneya Emne Sûreke de derbas dibûm û hema min xwest ku biçim hundir û careke din vegerim berê, tiştên van rojan li zindana Urmiyê diqewimin, ez ber bi wir ve birim. Muzexaneya dîrokî ya bajarê Silêmanî îfadeya gelek tiştan e, bi taybetî ji ber ku yek ji zindanên dema Seddam bûye û bi hezaran mirov tê de rastî êşkenceyên herî hov hatine. Gelek cilê girtiyan hê jî bi cih mane û gelek kes tên û temaşe dikin, dibe ji hinek kesan re zêde tiştekî îfade neke lê dibe ku hinek kes bixwe li wir rastî êşkenceyên giran hatibin, yan jî gelek kesên xwe li vê zindanê wenda kirine. Rojekê kesekê/î nediwêrî di ber deriyê vê zindanê re derbas bibe, ger biba jî qet berê xwe nedizivrand û li deriyê wê temaşe nedikir, nekû pasevanê ber derî ji çavê min bizane ku ez Kurd im yan jî hest bi kurdbûnê dikim! Li hewşa mezin a muzexaneya Emne Sûreke gelek top û tankên Sedam bi cih mane, bi salan li wir mane û li ber tav û baranê êdî zingar girtine, bêdengî di xwe de hewandine, piştî ku ewqas sal sîngên bi hezaran mirovan qelaştin û can şewitandin. Niha jî di bêdengiyeke ecêb de xeniqîne û deng ji wan nayê, tenê çip çipa baranê bêdengiya li ser hesinê bêbextiya wan dişkîne. Bi dîtina vê tabloyê hema dikevim bîra zindana Urmiyê û hemû şoreşgerên ku rejîma Îranê êşkenceyên herî giran li wan kirin û paşê ew bi dar ve kirin. li Emne Sûrekeyê hate bîra min ka gelo wê zindana Urmiyê jî rojekê bibe muzexaneyek û xelk biçin bibîranîna bi sedan mirovên tê de can dayî ji nû ve zindî bikin.
Gelek zindan li Kurdistanê bûne muzexane bêguman. Dil, ruh û canê kesên ku li hemberî zilmê serî netewandin û li ber xwe dan, van zindanan dike muzexane û dike rabirdûyek ku her roj li pêş çavên me ye û dibêje, min ji bîr neke, jibîrkirin xiyanet e! Zindana Urmiyê jî weke vê Emne Sûrekeyê, bi qasî ku keleheke ji zilmê ye, ewqasî jî keleha berxwedan û xweragiriyê ye. Çawa zalimên weke Sedam top û tankên xwe li vê hewşê bi cih hiştine û wek fikrê wan yê faşîzan dirizin û diçin, wê kindirên darvekirina Hêmin û Samanan jî wusa li hewşa zindanê li ber baran û berfa azadiyê birize û biqete, bikeve xwarê, weke textê zalimên xwe. çawa ku li Emne Sûrekeyê wêneyên zilm û berxwedêriyê li gel hev sekinîne ji bo ku em wan nas bikin û bibînin, wê li Urmiyê jî celad û qehremanê li kêleka hev behsa dîrokekê ji me re bikin. Kî dizane wekî din vê zindanê çi bi çavê xwe dîtiye û nikare bibêje ji me re û gelo kî dizane niha li zindana zalimên Îranê çi diqewime û kes pê nizane. Saman û gelek hevalên wî ji vir û şûn ve bûne dîrokek, weke vê dîroka Emne Sûrekeyê ku rondikên gelek dayikan li pişt deriyê van zindanan miçiqîn di çavên wan de wek yên dayika Saman û hevalê wî ku ewqasî bêtabî kişandin û cegera wan şewitî li pêş çavê bêwijdaniya vê serdemê. Lê diyar e ku tiştek ti caran bêdeng namîne ew jî dîroka zindî ye ku şahidiyê li gelek tiştan kiriye û dike.