Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiyên cuda yên li Şirnexê de 28 tîmên taybet hatine kuştin, li Nisêbînê jî hêzên dewletê li gelek nuqteyan gelek zaiyat dane.
Agahiyên di biwara şerê li Nisêbîn û Şirnexê de weha ne:
NISÊBÎN: 5’ê Gulanê, dema çete ji aliyê Weysîka ketin malekê, û di destwerdana şervanên YPS´ê de gelek çekdarên dewleta Tirk hatin kuştin û birîndarkirin, lê belê bi tenê yek bi zelalî hat tesbîtkirin. Li heman cihî tankek bi roketan hat derbkirin, çeka tankê jî hate rûxandin. Tank bi xwe jî bêkêr bû.
ŞIRNEX: 3’yê Gulanê danê êvarî saet dema endamên Tîmên Taybet ên Jendermeyan hewl dan ji du baskan ve bikevin maleke li Taxa Bahçelîevlerê, yekîneyên YPS’ê bi çalakiya sabotajê li wan xist. Li vir herî kêm 3 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin, 2 jî hatin birîndarkirin. Li derdora heman taxê, dîsa dema tîmên taybet ên jendermeyan careke din li malekê bi cih dibûn, yekîneyên YPS´ê bi çalakiyeke sabotajê li wan xist û herî kêm 7 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Dema çeteyan hewl dan bi tankê dest werdin jî, ev tank hate derbkirin. Tîmên Taybet ên Jendermeyan ku li derdora vê tankê bûn jî bi çekên giran û bombeyên dest hatine hedefgirtin, û 4 Tîmên Taybet ên Jendermeyan hatin kuştin. Di şerê li tîmên taybet de yên ku destpêkê xwe avêtin mizgeftê û piştre ji vir reviyan jî 6 tîmên din ên taybet hatin kuştin.
5’ê Gulanê sibehî dema çeteyan hewl da bikevin malekê, yekîneyên YPS´ê bi çalakiya sabotajê li wan xist û 8 çekdarên dewletê hatin kuştin. Tankek li cihê şer hatibû bicihkirin jî dema hewl da dest werde, bi roketan hate bêtesîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN