EHMED SEMÎR / ANHA/QAMIŞLO

Ji ber lehiya ku li kantona Qamişlo rabû, ziyan gihîşt zêdetirî 700 malan û 70 piran. Herî zêde zirar gihîşt navçeyên Çilaxa, Tibespiyê, Til Hemîs, Til Koçer, Til Birak û bajarê Dêrikê û gundewarên wê. Di dawiya meha Adarê de, li herêma Cizîrê baran bi dijwarî bariya û bû sedema lehiyê. Ji ber wê ziyan gihîşt gund û navçeyên kantona Qamişlo. Li gorî Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo rêjeya ziraran wiha ye:

Navçeya Çilaxa û bajarokên wê

Ji ber baranê pira sereke ya gundê Kêşikê yê navçeya Girkê Legê rûxiya û rêya di navbera gundan û pira Badyan, Lodika, Pakrewan û Partîzan hatin girtin. Her wiha pira gundê Kênco ya bajarokê Abîra yê Çilaxa rûxiya.

Bajarê Dêrik

Di encama barana dijwar de asta ava bendava Borzê bilind bû. Tîmên pispor û beşa berhemên avê mudaxele kir û nehiştin ku zirar bigihêje bendavê. Di heman demê de pirên Zihriya, Rîhanîk, Birk, pira di navbera gundên Xirab Reşk û Zihriyê û rêya Sêmalkayê de ziyan dîtin.

Navçeya Girkê Legê

Ziyan gihaşt pira gundê Delavê Kera yê bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê û xeteke petrolê şikest, ji ber vê yekê petrol derbasî kolanan bû ta ji aliyê Rêveberiya Rimêlan ve hate paqijkirin.

Navçeya Tirbespiyê

Ji ber baran û lehiyê ziyanên sivik gihaştin pira gundê Hemara, Gelê, Kibêba, pira bajaroka Til Marûf, her wiha 8 mal hilweşiyan.

Navçeya Til Hemîs

Di encama baranê de zêdetir 100 mal hilweşiyan, beriya ku hilweşin, hatibûn valakirin. Ji gundên Sifûk, Xirbe Ihêmer, Beşo, Rezqa, Hesen El-Necim, Til Haman, Xirbe Fida, Ekreşê, Sefana, Qadisiyê, Til Ihêmer, Muntesirîn, Ebtex Salim û Begariyê yên bajarokê Cezayê 15 malan ziyan dîtin.

Navçeya Til Koçer

Ji gundên girêdayî bajarokê Xirbe Bîr ê Til Koçerê 423 malan ziyan dît û sewalên wan winda bûn. Li bajarokê Kirêfatî jî 116 malbatan ziyan dîtin.

Navçeya Amûdê

Li navçeya Amûdê hindek mal hilweşiyan û ziyanên madî çêbûn.

Di dema lehiyê de hemû komîteyên awarte yên şaredariyan  bi desteka sazî, hêzên leşkerî û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetan destek dan.Li gelek deveran rê, pir û bendav hatin sererastkirin, her wiha bi hevkariya Buroya Kar û Barên Rêxistinan madeyên xwarinê, nivîn û pêwîstiyên rojane ji mexdûran re hatin şandin.