Riyên gundên Hirmi, Alyava, Mitirban, Kendalok, Meşkan, Wargeniman, Êlê, Dêrav û Sereşkeft ên di navbera Gever û Îranê li qada 20 kîlometreyan belav dibe ji ber derizînê li ber xirabûnê ne. Riyên di sala 2012'an de ji ber armancên leşkerî hatin îhalekirin û dest bi çêkirina wan hate kirin ji ber berfê hatin girtin. Welatî kevirên gelek mezin ên ketin riyan bi deftên xwe paqij dikin û û riya duyemîn a Meşganê ji ber herî û berfê hêj girtî ye.


Bi derfetên xwe pir ava kirin

2 sal berê ji ber lehiyê li heman herêmê 8 axur, 2 wesayît, 2 mal û gelek sawal mirar bibûn û Walîtiya Colemêrgê û Qeymeqatiya Geverê zirarên wan tazmîn nekirin. Ligel welatiyan serlêdan kirin jî heta niha tu encam bidest nehatin xistin. Welatên neçar mayîn bi derfetên xwe axur çê kirin û 3 pir jî bi derfetên xwe çêkirin. Li gundê Hirmî 2 pirên bi daran hatin çêkirin. Welatiyê bi navê Sadî Kina têkildarî mijdarê de wiha got: "Ligel hemû kedan zirara me ya lehiyê nahatin dîtin. Lehiya di nav gund de çû heta gihişte çem her tişt bi xwe re bir. Me bi dîreka ceyarê ya lehiyê bi xwe re anî pir çê kir. Hêj li heremê ji ber aşutê hinek cihan berfa nêzî 2 metreyan zêde heye. Piştî berf heliya û baran barîn dê pirên wan çêkirin hilweşin."
Pira di navbera gundên Hirmî û Alyava da jî bi rêbaza zibareyê hate çêkirin. Hamît Sala, diyar kir ku ji bo berz derbasî aliyê din bikin û biçerînîn pir çêkirin û wiha got: "Pezê me li gund heps bûn. Em nikarin biçerînin. Lehiyê her der tevlî hev kir. Pirên me avê birin. Ji ber vê yekê me serî li walîtî û qeymeqamtiyê dan lê me tu encam bi dest nexist. Em jî hatin cem hev û me pir çêkir. Pirên me çêkirin gelek taluke ne lê ya em bikin tuneye."
Serokê Meclîsa Giştî yê Colemêrgê Ferzende Yilmaz, diyar kir ku ev 2 salin herêmê tê mexdurkirin û wiha got: "Riya nû dihate çêkirin bi armanca leşkerî û îhaleya Îdareya Taybet ve en mutehîtan çêkirin in. Di riyan de gelek kevir hene. Welatî mexdur dibin. Divê zirara ji ber lehiyê bê tanzîm kirin. Ji aliyê me ve hinek pirên lezgîn hatin çêkirin. Pirên ji aliyê welatiyan ve hatin çêkirin ji bo per bidin çerandin e. Ev xebat nîşaneya welatiyên herêmê di nav piştevaniyekê de ne." 

DÎHA/COLEMÊRG