Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 14 berxwedêr ev 66 roj in ku li bajarê Fransayê Strasbourgê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Rewşa tenduristiyê ya berxwedêran roj bi roj nebaş dibe û tehlûke heye ku rîskên mayînde rû bidin. Dr. Fahrettîn Gulşen ku rewşa tenduristiyê ya çalakgeran dişopîne, got, heger saziyên peywendîdar nekevin nava liv û tevgerê, wê jiyana çalakgeran bikeve tehlûkeyê.

Dr. Fahrettîn Gulşen û hempîşeyên wî her roj bi rêk û pêk rewşa çalakgeran dişopînin. Çalakger ku heta rojên 40’î yên çalakiyê serdan qebûl dikirin, sohbet dikirin û daxuyanî didan, rojên dawî ji ber giranbûna pirsgirêkên tenduristiyê li deverên ku ji bo wan hatine amadekirin, dimînin.

Rewşa çalakgeran a tenduristiyê

Heta niha ji 12 heta 14 kîloyan çalakgeran li xwe kêm kiriye. Ji ber emr û rewşa wan a fîzîkî, lixwekêmkirina kîloyan cihê fikaran e.

Ji ber ku êdî masûlkeyên çalakgerên greva birçîbûnê dihelin, doktor di nava fikaran de ne. Ji ber ku heger ev yek bidome û çalakî piştî demekê biqede jî wê bandora vê yekê heta dawiya emrê wan li ser wan hebe.

Li gorî kontrola heftane ya dawî ku roja Duşemê hate kirin, pirsgirêkên tenduristiyê yên çalakgeran wiha ne:

Dilê nûçegihan Gulîstan Îke bi rengekî asayî lê nade, ber çavên wê reş dibe, bêhal bûye, êşa serî lê giran bûye, mehdê wê dixele, li ber deng hesas bûye û yek ji rehên çavên wê teqiya ye.

Heger rewş wiha dewam bike, wê pirsgirêkên dîtinê heta dawiya emrê wê lê hebin.

Bi Nûrgul Başaran re jî krampa dil peyde bûye, bi zehmetî tiştên şilî vedixwe, mehdê wê dixele, vedirêşe, tansiyona wê bilind dibe yan jî ji nişka ve dikeve, dilê wê bi rengekî asayî lê nade û li ber deng hesas bûye.

Li gorî doktor Fahrettîn Gulşen, ev pirsgirêkên tenduristiyê li çalakgeran hemûyan dane der.

Paralmentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî yek ji wan çalakgeran e ku rojên dawî gelek nexweşiyan lê rû dane. Ew nikare baş konsantre bibe, li ber deng hesas bûye, mehdê wê dixele, vedirêşe, bêhal bûye û tiştên şilî nikare bi rehetî vexwe. Bêxewî lê peyde bûye.

Ekrem Yapici jî bi zorê avê vedixwe, bi zehmetî radizê û masûlkên wî jî dihelin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê û zanyarê siyasetê Kardo Bokanî jî bi rîskeke welê re rû bi rû ye ku zerareke cidî dikare bigihe çavên wî.

Tevî rîska helandina masûlkeyan, bi siyasetmedar Mûstafa Sarikaya re pirsgirêkên gurçik û bêhnstandinê rû dane.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî gurçika wî înfeksiyon girtiye û bêhn lê teng dibe. Ji ber ku zerar li mejiyê wî bibe û li ber deng hesas bûye. Doktor dibêjin, ji ber ku Koç navsere ye, dibe ku bandor li dilê wî bibe, lewma bi baldarî wî dişopînin.

Bi Kerem Solhan re nexweşiya kezeb, îdrar û gurçikê heye. Masulkeyên Solhan dihelin, ji ber arincan nikare rakeve, bîra wî diçe û tê. Doktor dibêjin, her gav dibe ku rewşa Solhan giran bibe.

Agît Ural ê 57 salî ku di nav çalakgeran de yê herî kal e, masûlkeyên wî dihelin. Ew nikare raze û li bara bêhnê pirr hesas bûye û bi zorê tiştên avî vedixwe. Ural bi pirranî di nav cihan de ye.

Denîz Surgut ku di na çalakgeran de yê herî ciwan e jî masûlkeyên wî dihelin, problemên norolojîk pêre çêbûne.

Masûlkeyên Ramazan Imîr jî dihelin, li bara deng û bêhnê pirr hesas bûye û bi zehmetî dibîne. Îmir jî tevahiya rojê bi pirranî di nav nivînan de ye.

Ayvan Ece jî masûlkeyên wî dihelin, dilê wî dixele, rajena wî dikeve û li bara deng pirr hesas bûye. Guhê Ece înfeksiyon girtiye.

Mehmet Nîmet Sevîm jî masûlkeyên wî dihelin, li bara bêhnê hesas bûye, dilê wî dixele, konsantreya wî ne baş e. Nexweşiya kezebê û ciger bi Sevîm re heye û bi oksîmetreyê diyar bû ku rêjeya wî ya oksîjenê kêm e.

Muhammed Ghaderî jî serê wî gêj dibe, dilê wî dixele, masûlkeyên wî diêşin û ji ber sedema hin problemên hêrisê rîsk li ser heye.

 

ANF / STRASBOURG