Şervan û siwariyên zemanan ji bo ku birînên xedar ji dijminên xwe nexwin, ji bo ku derba şûr û riman wan ji qidûm nexe, zirîhpoş bûn. Ev zirîhê hanê îro ji ber filmên navend Ewrûpa û çand û îndustriya filman a bi hizir navend Ewrûpî, li ber çavên gelekan yên şovalyeyên Ewrûpî ye, ji serdema navîn mane. Lê ev tenê mînakeke dagirkirina hizr û xeyalê bi îndustriya huner û çandê ye. Ev zîrîhê hanê li şervanekî Hindistana sedsala 17´an bû. Di navbera sedsalan 16 û 17´an de zirîhên bi vî rengî li cem Safewî û Qecaran jî hebûne. Serî, rû heta bi ser bêvilê, patik, mil û dest jî parastî ne. Herçî ew aliyên weke zêr dibirîqînin, ew ji ber têkeleke bi zîv (ji sedî 7) û sifr (ji sedî 2) e. Ji teknîka çêkirina wê re dewalî tê gotin. Pelê ji zêr bi kutana amûreke tûj a bi çakuçan bi zemînê di bin xwe re tê zeliqandin. Axir her zirîh ne ji serdema navîn a Ewrûpayê ye û her zirîhpoş jî ne şovalye ye.
FRANKFURT