Nûçegîhanên ANHA’yê yên ku şerê herêmê dişopînin, destnîşan kirin ku di şerê li derdora gundê Tiwêhiniyê ku di navbera hêzên Şoreşger û artêşa Tirk, her wiha çeteyên girêdayî wê de diqewimin, hin agahî dan û got, Hêzên Şoreşger maşîneya çeteyan a zirxî ya veguhestina eskeran desteser kiriye.
Nûçegihanan her wiha got, şerê li herêmê hîna didome, her wiha topbarana li ser gundên Um-Hoş, Hesiye û bajaroka Şêx Îsa didome.
ANHA / EFRÎN