Îtîrafkarê bi dilê xwe Ridvan O. li ber heyeta dadgehê di doza li dijî welatiyên Kurd ên li Stuttgartê de got, ew ê tola xwe ji malbatên kesên tên dadgehkirin hilîne.
Parêzerekî dozê Heiming jî got, ji ber gefên şahid dixwe, îfadeyên wî yên bi nakok, êdî dadgeh wî cidî nabîne, û baweriyê bi îfadeyên wî weke berê naîne.
PERVÎN YERLÎKAYA / STUTTGART
Îtîrafkarê doza welatiyên Kurd ên li Stuttgartê Ridvan O. , li hola dadgehê û li ber heyeta dadgehê got, ew planan dike da ku tola xwe ji malbatên kesên tên dadgehkirin, hilîne. Ridvan O. wekî din îdîa kir ku xalê wî dozger e û kengî bixwaze dikare xizmên kesên di dozê de tên dadgehkirin bide girtin.
Helwêstên teredînî û hevnegirtî yê îtîrafkarê dewleta Elman Ridvan O. li ber heyeta dadgehê jî dewam dikin. Îtîrafkarê bi dilê xwe çûye ber destê dewletê Ridvan O. di rûniştina dawî de gef li kesên tên dadgehkirin xwarin û got, ew ê zirarê bike li malbat û xizmên wan ên li Kurdistanê.
Di doza li hepsa Stammheim a Stuttgartê de 3 kes girtî û 2 kes jî berdayî tên dadgehkirin. Yek ji yên berê girtî dihat dadgehkirin Evrim A. beriya çendekê hatibû tehliyekirin. Niha di dozê de Veysel S., Agit K., Özkan T. girtî, û Cihan A. û Evrim A. jî berdayî tên dadgehkirin.
Di rûniştina 35´an de parêzera Evrim A.’yê Franzîska Nedelmann pirs ji îtîrafkar kir, wî got, "ez nizanim". Li ser destwerdana dadgehê ku îfadeya wî ya li polîs bi bîra wî hat xistin, wî got, “Ji ber ku min nexwest bersivê bidim min wisa got.” Heyetê jê re got, divê ew bersivê bide pirsên parêzeran.
Wê tol hilanda
Parêzer Franziska Nedelmann metneke peyamên telefonên destan weke delîl nîşan da. Divê peyamê de ku îtîrafkar beriya girtina Evrim A. jê re şandibû, resmê 2 kesan li ber lewheya bajarê Dersimê heye. Îtîrafkar dibêje, ev her du kes xizmên min in. Ridvan O. ji bo resm û peyaman got, "Min xizmên xwe şandin, da ku malbata wê hişyar bikin. Piştî bi du hefteyan min xwest ew vegerin. Heger niha jî tiştek bê serê min, malbata min wê heman tiştan bîne serê malbata wê. Ev ne tenê ji bo Evrîm A. wisa ye, ji bo her kesê li vir ev lê ye." Parêzeran li ser vê jî pirsî, "Ma te dixwest tolê ji malbata kesên li vir hilîne?" Wî jî got, "Erê min ê tol hilanda“.
Ridvan O yê îtîrafkar îdîa kir ku xalekî wî yê dozger yan jî ser dozger heye li Tirkiyeyê, û heger bixwaze dikare bike ku xizmên kesên li Stuttgartê tên dadgehkirin li Tirkiyeyê bide girtin. Doz wê piştre 10´ê Çile dewam bike.
Parêzer Heiming: Bawerî êdî bi şahid nayê
Doza li Stammheimê bi gef, nakokî û pêkanînên xwe veguherî rêzeke skandalan. Ridvan O. yê ku weke îtîrafkar ji bo polîs û dozger bûbû hêvî da ku di dozê de bi ser kevin, lê niha ev yek diguhere. Ji ber nakokiyên di îfadeyên wî de û ji ber gefxwarinan êdî li dadgehê bawerî bi îtîrafkarî weke şahid nayê.
Parêzerê yekî ji yên tên dadgehkirin, Martin Heiming got, heyeta dadgehê jî êdî baweriyê bi Ridvan O. nayîne: “Dadgeh ji revandina şahidî û dîsa îdîayên ku ew elaqedarî wan tiştan dike ku li jêrzemînê xebero qewimîne, bawer nake. Ev serketineke mezin e di dozê de. Ji ber ku ji bo mehkemeyê jî ev nuqteyeke girîng bû. Wî digot, PKK ji bo ku xelkê bitirsîne zilamên bi maske kirê dike. Lê îfadeyên şahidî êdî welê bûn ku dadgehê got ew nikare bi vî rengî ji îfadeyên şahidî bawer bike.
‘Gef jî dikin ku bawerîpêanîn kêm bibe’
Bi ya min ew gefxwarinên wî yên li hola dadgehê jî bawerîanîna bi şahidî kêm kirin. Yek ji hakiman, piştî vê bûyerê êdî weke ku nedixwest guh bide şahidî. Şahid dibêje, ez ditirsim, lê ne rûy wî ne jî bedena wî vê piştrast nakin. Heyeta dadgehê helwêsta xwe guhert. Mînak, êdî di dema rûniştinê de kêmtir polîsên ewlekariyê hene. Ev nûçeyên erênî ne."