Dewleta Tirk, bi çekdar û keftarên xwe êişên dijwar dibe ser bajar, navçe, gund, çol û çiyayên Kurdistanê. LI Silopiya asta talankeriya çeteyên dewleta Tirk piştî betalbûna qedexeya derketina derve ya bi roj derkete holê. Li Şirnex, Gever, Nisêbînê jî êrişên dewletê bi bombekirin û texrîbkirinê dewam dike. Di encama berxwedanê de jî nexasim li Nisêbînê maşînên zirxî yên dewletê her difelişin.

Berxwedana xwerêveberiyê li Şirnexê li dijî êrişên çekdarên dewleta Tirk di roja 42. de ye. Bajar pêr tevahiya rojê hat bombekirin. Doh danî sibehî jî bajar careke din bi topan hat bombekirin. Topên obus bi taybetî li taxa Îsmetpaşa dixin û li vê taxê agir bi gelek xaniyan ket.


Şer dewam dike

Li derdora taxa Yenî jî şer dewam dike. Bi topbaranê re di heman demê de wesayîtên zirxî jî guleyan li taxên Yenî û Bahçelîevler direşînin. Li derdora taxa Bahçelîevlerê şer diqewime. Balafirên keşfê yên bêmirov tevahiya şevê li ser bajêr geriyan. Her weha sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve jî dewam dike. Piştî ku “qedexeya derketina derve” ya li Silopiyayê di nava rojê de hat rakirin, leşkerên li vê navçeyê teror dikirin, derbasî navenda Şirnexê bûn.


Maşîneke din a zirxî hat îmhakirin

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 43. de ye. Wesayîtên zirxî yên li ser xeta sînor, bombeyan li gel dibarînin. Li navçeyê pêr bi şev şerekî dijwar qewimî û şêrî doh jî dewam kir. Maşînên zirxî yên li ser xeta sînor a Qamişlo-Nisêbînê bi cih bûyî, bombeyan li taxên Qijlê û Kanîka dibarînin. Li navçeyê ku gelek maşînên zoirxî hatin îmhakirin û bi dehan tîmên taybet lê hatin kuştin, wêneyên yeke din ji van maşînan hat belavkirin. Di wêneyê Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) belavkirî de kepçeyeke zirxî ya ji bo xerakirina malên gel ketî nava kolanekê heye ku hatiye îmhakirin.


 ŞIRNEX / NISÊBÎN





Cerdevan sîlehên xwe datînin


Dewleta Tirk dike nake, nikare cerdevanên li Şirnexê îqna bike ji bo ku tevlî êrişên qirkirinê bibin, piştî vê niha jî gefan li wan dixwe. Hat zanîn ku ji cerdevanan re hatiye gotin, “Ya hûnê tevlî operasyonan bibin yan jî hûnê çekê xwe deynin û biçin.

Li gundê Taşdelen ê Qilabanê, bi tevlîbûna Qeymeqamê Tirk ê li Qilabanê Îbrahîm Halîl Şîvgan, Fermandarê Tûgaya Şenoba ya artêşa Tirk Tûggeneral Vahap Ozoglû û sercerdevanên li herêmê, civînek hatibû lidarxistin.

Weke dewama vê civîna li mala sercerdevan Hasan Atman, pêr civîneke din li Fermandariya Tûgaya Şenoba hat lidarxistin. Li gorî agahiyên ji cerdevanên tevlî vê civînê bûyî hatin bidestxistin, cerdevanên bajarokên Qilaban, Şenoba, Hîlal û gundên li derdorê bi fermana Fermandarê Tûgaya Şenoba Vahap Ozoglû li nîzamiya tûgayê hatin civandin. Ozoglû cerdevanên li vir xistin rêzê û li wan gef xwar, “Ya hûnê tevlî operasyonên li Şirnexê bibin yan jî hûnê çeka xwe deynin û biçin.” 


Li Qilabanê 8 cerdevanan îstifa kirin

Li taxa Repîn a Qilabanê jî doh 8 cerdevanên nexwestin tevlî operasyonên qirkirinê bibin, çeka dewletê danîn û îstîfa kirin.

Hat diyarkirin ku cerdevanên ku îstîfa kirine rastî gefa  Fermandariya Jendermeyan a navçe hatine. Cerdevanan diyar kir ku gef timî li wan hatiye xwarin, lê belê ew ê ti carî li hemberî gelê xwe şer nekin.