Kovara Ziryabê ku hîna beriya çendekê hejhmara xwe ya yekem weşand, ragihand ku Pêşbaziya Muzîkê ya 1´an li dar dixe. Kesên ku dilê wan heye jî, divê di navbera 25'ê Mijdara 2018'an û 5'ê Sibata 2019'an de berhemên xwe bigihînin ber destê amadekarên pêşbaziyê.

Kovara Ziryabê wekî kovareke muzîkê hê vê payîzê bi hejmara xwe ya yekemîn xwe di nava kovargeriya Kurdî da xuyakirin. Kovarê niha jî biryar daye ku pêşbaziya muzîkê bide destpêkirin. Amadekarên kovarê ragihandin ku pêşbaziya muzîkê didin destpêkirin û di encamê de ji bo sê kesên serketî, ew ê her yekî sîngilekê amade bikin.

Kurdî şert e

Di nav lijneya pêşbaziyê de Harûn Elkî, Ozan Irmak, Serhat Temel, Erdem Altinses û Gokce Selîm hene.

Şertên beşdariya pêşbaziyê bi vî rengî ne:

  • Divê zimanê stranan Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî û Soranî) be.
  • Divê gotin û muzîka stranan a kesên beşdar be.
  • Divê kesên beşdarî pêşbirkê bibin heta niha album dernexistibin.
  • Kesên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, divê ji 25’ê Mijdara 2018’an heta 5'ê Sibata 2019’an straneke xwe bişînin ber destê lijneya pêşbirkê.
  • Ji bo 3 kesên ku di pêşbirkê de bi ser bikevin, lijneya pêşbirkê wê singelekê çêke.

Kesên bixwazin dikarin di ser e-maila kovaraziryab@gmail.com re xwe bigihînin amadekarên pêşbaziyê.

   

 NAVENDA NÛÇEYAN