Li bajarê Kobanê û gundewarên wê Komîteya Sotemeniyê ya Kobanê ji bo xelk di zivistanê de tengezar û pêrîşan nebe, mazot belav kir.
Beriya heyvekê belavkirina mazotê dest pê kiribû, lê ji ber hin pirsgirêkan sekinîbû. 8`ê meha Îlonê dîsa li Kobanê û gundewarên wê dest pê kir.
45 hezar kertên belavkirina mazotê li kantona Kobanê hatin belavkirin. Ji her kertekê 600 lître mazot derdikeve, lê niha 400 lître tê belavkirin, piştre wê 200 lître were belavkirin.
Li ser mijarê, hevserokê midûriyeta sotemeniyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Kobanê Nebîl Kecel got: “Em ê heta 3 heyvan 400 lître li hemû welatiyan belav bikin, piştre ji bo ku pirsgirêk peyde nebin, em ê 200 lîtreyên din jî belav bikin.”
Heta dibin ber mala wan
Mazot li Kobanê bi serîceyan (makîneya mazotê) diçe ber deriyê malan. Buhayê mazotê bi 55 lîreyên Sûriyeyê ye û dema biçe ber deriyê malan 57 û nîv lîre ye. Li gorî komîteya sotemeniyê, şêniyên gundên Kobanê jî dikarin werin kaziyan û mazota xwe wergirin.
ANHA/KOBANÊ