Meclîsê di raporê de diyar kir ku li hin gundan hêj tu amadekariyên xaniyan nehatine kirin û dê îsal jî gelek welatiyên mexdûrên erdhejê zivistana xwe li derve û kolanan derbas bikin. Endamê Komîsyona Bazirganî û Pîşeaziyê û yên BDP'î Cemal Candemir, Adîl Aslan Alî Kalçik û yê AKP’î Abdulbari Gunay û Şafak Geyik rapor amade kirin. Komisyonê anî ziman ku TOKÎ li gorî şert û mercên welatiyan xaniyan çênake û li gelek gundan jî hêj bingehê xaniyan nehatiye avêtin.
Komîsyonê destnîşan kir ku hêj li gelek gundan bingehên xaniyan nehatiye avêtin û wiha cih da raporê: "Li gundê Erdevizê 40 xanî heye û nifîsa wê 300 kes in. Li gund 11 xanî û 6 gov hilweşiyane. Lê li gund bi hinceta herema axrijê ye tu xebat nehatine meşandin. Keyayê gund Abdulkerim Çakar diyar kir ku ew ji sala 1916'an heta niha li vir dijî û gundê wan berê ji ermeniyan maye. Gundê Kicanizê 55 xanî ye û 610 nifûsa wê heye. Li gund 25 malan û 15 govan zerarek mezin dîtiye. Gundê Eskîpakê 70 xanî û 450 nifûsa wê heye. Li gund 50 xanî û 15 govan zerarek mezin dîtiye. Lê li vî gundê ji bo ku warê lehiyê ye heta niha tu kar û bar nehatiye kirin.

Ger ku tedbîr neyên girtin...
Komîsyonê di raporê de rewşa gundên ku zerar dîtine wiha rêz kir: “Gundê Hespişat 115 xanî û nifûs 869 e, 69 mal û 15 kov hilweşiyane. Gundê Hespişatê 38 mal û 500 nifûs e, li gund 37 mal û 18 govan zerar dîtine. Gundê Mezrukê 37 xanî û 450 nifûs e. Li gund 9 malan û 2 goman zerar ditiye. Gundê Karagunduz 220 xanî û 2 hezar û 126 nifûs e. 99 xanî û 43 gov hilweşiyan. Gundê Mendanê 246 xanî û hezar û 330 nifûs e. Li gund 9 xanî û 10 govan zerarek mezin dîtiye. Li gundê Dibekliyê 3 xanî û govekê zerar dîtiye. Li gundê Azikarayê 24 xanî 10 goven zerar dîtiye. Li gundê Aranikê 120 mal û 15 govan zerar ditiye. Li gundê Limê 118 xanî û 15 govean, li gundê Zeransê 153 xanî û 56 govan, li gundê Irmanisê 44 xanîyan, li gundê Siyavanê 82 xaniyan, li gundê Fariqê 57 xanî û 17 govan, li gundê Çorevansê û Kopanisê 53 xanî û 14 govan, li gundê Zirvendanîsê 205 xanî û 25 govan, li gundê Miqkinirê 61 xanî, li gundê Amikê 130 xanî û 65 govan, li gundê Adirê 35 xaniyan, li gundê Koceriyê 240 xanî û 120 govan, li gundê Alakoyê 130 xaniyan, li gundê Avenakan û İrinê 93 xaniyan li gundê Hino 6 govan û li gundê Bardakçiyê 80 xaniyan û li gundê Melevaê 23 xaniyan zerar dîtin. "
‘Ger ku tedbîr neyên girtin welatî dê dîsa zivistanê li kolanan derbas bikin'
Endame Meclisa Giştî ya Bajar a Wanê Alî Kalçik, diyar kir ku wan li gundan lêkolîn kir û dîtin ku li gelek gundan heta niha tu xebat û amadekariyên zivistanê nahatine kirin. Kalçik, da zanîn ku her çend li Erdîşê pirsgirêk hineki çareser bûbe jî lê rewşa gundan pir xerab e û ger tedbîr nayên girtin dê vê zivistanê jî welatî zivistana xwe di konan de derbas bikin. 

DÎHA/WAN