Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî eskerên li qereqola Ayibeg a li navçeya Bazîdî ya ser bi Agiriyê, gerîlayan çalakiyek kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di çarçoveya Pêngava Serketiha Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de di 28’ê Kanûnê saet di 16:30’î de li navçeya Bazîd a Agiriyê hêzên me derb li artêşa TC a dagirker a li qereqola Ayibegê xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, hejmara eskerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”

ANF/BEHDÎNAN