Zixurên li navçeya Xinûsê ya Erziromê bi salan e nehatine nasandin, wekî buhiştên veşartî yên Kurdistanê ne. Zixurên ku di aliyê tûrîzmê de danasiya wan nehatine kirin, bi salan e ji tûrîzmê bêpar maye. Ev zixurên xwezayî yên li ser Çemê Xinûsê, di navbera taxa Kîlîsedere û Keleya Xinûsê de cih digire. Di newala zixurê de dêreke Ermeniyan hatiye çêkirin, ev dêr di serdema Selçukiyan de hatiye restorekirin û wekî Mizgefta Ulu hatiye guhertin.
‘Xinûs cihekî resen e’
Endamê Komîteya Ekolojiyê ya KCD’ê Îrfan Keskîn der barê zixurên navçeyê de agahî da, diyar kir ku navçe şûnwarekî resen e û der barê taxa Kîlîsedereyê de ev tişt got: “Ji ber ku berê li vê herêmê 2 dêr hebûn, navê vê herêmê wekî Kîlîsedere te gotin. Lê navê wê yî niha taxa Koprubaşi ye. Dêrên li vir tenê nehatine rûxandin, di heman demê de navên wan jî hatine guhertin. Dêra berê niha kirine mizgeft.”
‘Divê danasîna van zixuran bên kirin’
Keskîn aşkera kir ku zixurên Xinûsê gelekî balkêş in, divê bi cîhanê bidin nasîn û wiha pê de çû: “Zixurên herî balkêş li Xinûsê ne. Ev zixur di serdema çaremîn a jeolojîk de pêk hatine. Ji ber av û bayê pêk hatine. Bedewiyên xwezayê ne.”
Keskîn aşkera kir ku divê ev herêm ji tûrîzmê re bê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev bedewiya xwezayê hêj ji UNESCO’yê re danasîna wê nehatiye kirin, divê ev herêm ji tûrîzmê re bê vekirin.”
DÎHA/ERZIROM