Ji alikarîya mexdûrên Binarê Qendîlê, doh şandeyek ji rêveberiya herêma Raperîn çû serdana Ofîsa Parlamena Iraqê ya li bajarê Silêmanî. Qaymeqamê Pişder got, ji ber lehiyê 10 milyar dînar ziyan gihiştiye gundewarên Binarê Qendîlê.

Şandeya ji rêvebiriya herêma Raperîn ku Qaymeqamê Qeladizê Bekir Bayîz û Rêvebirê bajarokê Sengeserê, Nehro Ebdulah jî di nav de, ji aliyê parlamenteren Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd û Huşyar Ebdulah ve hatin pêşwazî kirin. Piştî hevdîtinê daxuyanî hate dayîn. Di civîna çapemeniyê de Huşyar Ebdulla axivî û got, wan ji beriya niha serdana herêma Binarê Qendîlê kirine û ziyaneke mezin li xelkê herêmê bûye.

Gelek cih hîna li benda alîkariyê ne

Piştre Qaymeqamê Qeladizê, Bekir Bayîz li ser ziyanên bi herêmê bûyî peyivî: “Ziyanên bi herêmê bûn, cihê ne, ev ziyan li rê, navendên tendirustî, dibistan, xetên avê û ceryanê bûne. Beşek ji van ziyanan ji aliyê dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li gorî derfetên wan, hatine nûkirin. Gelek cih hîna li benda alîkariyê ne. Ziyanên li herêmê 10 milyar dînar in. Ji bo vê wê ji îro û bi şûn ve çavê me li nûnerên Kurd ên li parlamentoya Iraqê bin. Ji bo bikarin tazmînatekê bidin kesên mexdûr.”

Li ser pirsa nûçegihanê RojNewsê ya ‘heta niha çend alîkarî gihiştiye mexdûrên lêhiyê’ Rêvebirê Sengeserê Nahro Ebdulah got, “Hîn di rojên despêkê de hinek alîkarî ji aliyê Walîtiya Silêmanî ve gihişt mexdûrên herêmê. Ev alîkarî jî neft, alavên germkirinê û xurek bûn.”

Çi qewimîbû?

Roja 26’ê Cotmehê li piştî baraneke zêde li Binarê Qendîlê lehiyeke mezin rabûbû. Di vê lêhiyê de li gelek herêman ziyan çêbûn, bi taybetî jî herêma Nawdeşt, Suredê û Baleyan gelek ziyanên mezin çêbûn. Gundên ziyan li wan bûn, ev in; Gundê Qirneqaw, Pirmemke, Barewew û Biredê li dola Suredê, li Nawdeştê jî gundên Endizê, Lêwje, Bukrîsan, Zargelê, Pirdeşal, Gocar, Bergirke û li Baleyan jî tevayî gundan ketine ber lehiyê.

   

SILÊMANÎ / ROJNEWS