Piştî êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê têk çûn û bajarê Kobanê ji çeteyan hate rizgarkirin. Gelê ku ji ber dijwariya êrîşan neçarî koçberiyê hatibû kirin, lez daye vegera xwe. Gelê vedgere pêwîstî û ihtiyacên xwe zêde ne. Di vê navberê de dikandarên ku dikanên wan ziyaneke mezin ne dîtine, careke din dikanên xwe vedikin û pêwtiyên jiyanî têde difroşin. Lê hejmara dikanên ku hatine vekirin di tevahiya bajar de ji 15 derbas nake.
Lê ji ber ku bi sedan dikan ji aliyê çeteyan ve hatine talankirin û hemû tiştên wan hatine dizîn, dikanên hatine vekirin têra welatiyên ku vedgerin nake. Komîteya teybet a Desteya Jinûve Avakirina Kobanê diyar dikin ku bingeha bajarê Kobanê ji sedî 89 wêran bû ye. Ji ber ku hemû riyên ketin û derketina Kobanê girtiye û herêm di çemberê de ye pêwistiyên jiyanî bi xehmetî derbasî herêmî têne kirin.
Yekem kobaniyê dikana xwe vekiriye welatiyê bi navê Hemûda Ebko, tevlî ku Ebko xwediyê gelek dikanan bû, lê jiha piraniya dikanên wî wêran bûye. Hejmarek kêm ji dikanên Ebko mane û di wan de pêdiviyên difroşe. Ebko, da zanîn ku bi vekirina dikanê ew ê pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bîne û got ji ber ambaroya li ser Kobanê ew zehmetiyan dikşînin.
Welatiyên vedgerin Kobanê jî banga vekirina kîredorkî mirovî kirin.