Ji ber bayê zêde şewata daristanan a li eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê derketî her diçe belav dibe.Ji ber şewata li sê cihên li Kalîforniyayê heta niha 63 kes mirin û 631 kes jî winda ne.
Şerîf Kory Honea, ku rewşê ji nêz ve dişopînê axivî û got,sên winda bûne 631 kes. Beriya niha hatibû gotin 130 kes winda bûne. Lê Pênçşemê piştî ku rayedaran li hemû lêgerînên lezgîn nerî ne, tespît kirine ku ji 501 kesê dî jî agahî nayê standin.
Şerîf diyar kir, her kêlî dibe ku hijmara mirî û windayan zêdetir bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN