Kampa ji Êzîdîyan re bûbû sitargeh bi zora dewleta Tirk hat valakirin. Êzîdiyên di 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçbûbûn hatibûn Amedê û li navçeya Yenîşehîr a Amed’ê di kampa Fîdanlik’ê de bi cih bûbûn. Li vê kampê hezar û 250 kes ev 3 salin diman. Lê piştî qeyûmê di meha kanûnê de tayînî Şaredariya Yenîşehîrê hat kirin ve Êzîdî nehatin xwestin û ji wir hatin derxistin û birin kampa AFAD’ê ya Midyada Mêrdîne. Konên li kampê jî ji aliyê peywirdaran ve tê tên rakirin.
Derfetên penaberiyê ku ji bo welatiyên ji Sûriyeyê hatiye dayîn,ji bo êzidiyan nehat dayîn loma derfetên dermankirinê nedîditin. Welatiyên êzidî yên ku nedihatin dermankirin ji aliyê Bijîşkên Rûerdê ve dihatin dermankirin. Rêxistinên civakî yên sivîl jî alîkariya psîkolojîk didan. Êzidiyên ku li kampê dest bi jiyaneke bi nîzam kirin li vir bostan û sera hatibûn çêkirin. Lê piştre ji wan re hatibû gotin ku dê ceryan û ava wan bên birîn. Ji ber vê yekê jî malbat mecbûr mabûn ji vir dekevin.
AMED