Bi giranî jî li Şam û Lûbnanê bicih bûn. Bandora van, bi giranî li ser hin kesan kir û xebata dihate kirin jî di asta kesayetan de dima. Lê bi awayekî berfireh di nava gel de belav nebû. Xebata wana ji hewldanên şexsî derbas nebûn, tenê di asta derxistina berhemên şexsî de man. Ji bo wê, pêşketineke berçav di xebatên ziman de çênebibû. Lê li Rojavayê Kurdistanê di zindî mayîna zimanê kurdî de cihê zimanzan, helbestvan û dengbêjên nemir ên wekî Osman Sebrî, Celadet Bedirxan, Seyda Cegerxwîn, Mihemed Şêxoyan nayê nîqaşkirin. Jixwe em tevahî xebatkarên SZK'ê xwe deyndarên wana dibînin. Ji bo em vî deynê xwe yê rûmetê bidin, em hewl didin roj bi roj zimanê kurdî pêşve bibin, xurt bikin û biparêzin.
Piştî ku Rêber APO derbasî Sûrî bû, destpêkê di warê bîrdozî, siyasî û rêxistinî de hin pêşketinên berbiçav çêbûn. Ji sala 1990’an şûn de gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi girseyî li derdora Tevgera Azadiyê kom bû. Tevgera Azadiyê ji vê salê û şûn de giranî da ser fêrkirina zimanê Kurdî. Heta salên 2000’î ev xebat di nav karên giştî de dihat meşandin. Havîna 2000’an Tevgera Azadiyê biryar girt ku xebata pêşxistin û parastina ziman cuda birêxistin bike. Li ser vî bingehî bi alîkariya komek mamosteyên ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn, pêngaveke çêkirina mamosteyan hate avêtin. Her ku çû ev xebata ziman berfireh bû. Komên perwerdeyê di malan de, bi awayek veşartî dihatin meşandin.
Di Kanûna 2002’yan de li bajarê Reqayê bi tevlîbûna 35 kesan civîneke 2 rojan di asta konferansê de hate çêkirin. Ji her herêmeke Rojava ji 3 heta 5 kesan tevlî vê civînê bûn. Çend mamoste û xwendekarên ji Wargeha Mexmûrê hatibûn jî tevlî bûn. Biryara avakirina saziya xebatên ziman, cara yekê di wê civînê de hat girtin. Lê belê piştî vê civînê bi 2 rojan êrîşa rejîma Baas li ser tevgera me çêbû û gelek kadro hatin girtin. Dewleta Sûrî, ji van bi giranî radestî Tirkiyê kirin. Ji ber vê jî îlankirina saziya vê xebatê hate paşvexistin. Her çiqasî ji bo berdewamkirina vî karî hewldan hatibe kirin jî, ji ber karê rêxistinî yê giştî lewaz diket, ev xebat jî her ku diçû lewaz diket.
Sala 2005’an Komîteya Ziman Perwerdeyê ya KCK’ê hate avakirin. Bi avabûna KZP’ê re hewldanên ku li Rojavayê Kurdistanê jî xebata ziman were birêxistinkirin û pêşxistin zêde bûn. Li ser vê yekê, xebat ji nû ve hatin destgirtin. Gelek însan tevî ku tirseke mezin a dewletê jî hebû, bi fedakarî, bi rihekî welatparêzî yê kûr mal bi mal digeriyan, hewl didan ciwanên Kurd fêrî zimanê kurdî bikin. Wekî encama xebata du salan, sala 2007’an li herêma Kobanê konferansa Saziya Zimanê Kurdî ya yekemîn hat lidarxistin; konferansa duyemîn jî sala 2008’an li Helebê hat lidarxistin.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re SZK’ê pêngava şoreşa ziman da destpêkirin. Vê carê dewreyên perwerdeyê bi awayek eşkere, bi serbestî di nava gel de hatin vekirin. Hezkirin û eleqedariya gelê Kurd ji zimanê xwe re di asteke bilind de bû. Lewre rojane dewreyên nû yên perwerdeya zimanê kurdî dihatin vekirin. Hejmara tevlîbûnên van dewreyan roj bi roj zêde dibû. Ji ber ku gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi salan hesreta ku carekê bi serbestî perwerdeya zimanê xwe yê dayîkê bibînin, jiyan kiribûn. Piştî xebateke berfireh hat meşandin, di Hezîrana 2012’an de li Amûdê Konferansa SZK’ê ya sêyemîn hat çêkirin. Di her konferansekê de rewşa xebatên ziman, asta pêşketinê ya hatî girtin, ji nû ve dihat nirxandin, li ser esasê xurtkirina xebatê rêveberî dihat nûkirin, biryarên girîng ên nû dihatin girtin û plansaziya dema pêş dihat zelalkirin. Bi vî awayî asta xebatê roj bi roj, sal bi sal dihat bilindkirin. Di vê wateyê de her konferansek xwedî wateyeke dîrokî ye.
Bi pêşketin û mayîndebûna nirxên ku şoreşê afirandî ve girêdayî binesaziyeke ku rê li ber şoreşê vebike ji xebatên me yên ziman û perwerdeyê re çêbûye. Ev bingeh li gorî xweserî û taybetmendiyên qadan ji aliyê SZK’ê ve hatine nirxandin. Ev ast li hin herêmên Rojavayê Kurdistanê baş pêş ketiye, li hin herêman jî di asta navîn de maye. Xebata ziman gava destpêkê bi rengê vekirina dewreyên zimanê kurdî dihat meşandin. Materyalên dersê destpêkê ji bo dewreyên zimanê kurdî pirtûkên zimanê kurdî yên dibistanên Mexmûrê bû, paşê pirtûka Hînker a li Bakurê Kurdistanê hatî amadekirin, bû materyala dersê ya bingehîn. Her sê astên pirtûka Hînker her yek bi rengê dewreyekê dihat dayîn û di serî de jin û ciwan bi hezaran însanên civakê yên ji her temenî di van dewreyan de hatin perwerdekirin û ev sîstema perwerdekirinê ya bi rengê dewreyan hîna didome. Ji van dewreyan piştî ku hinek kesan asteke xwendin û nivîsandinê girtin, bi rengê mamosteyên zimanê kurdî hatin amadekirin, li her sê kantonên Cizîrê, Efrînê û Kobanê payîza 2012'an li ser vana re derbasbûna dibistanên fermî çêbû. Gava destpêkê ya ketina dibistanan belkî li pir cihan rastî astengiyên mudûr û mamosteyên dibistanan jî hat, encex gav bi gav pejirandina dersên zimanê kurdî çêbû. Her çendî ezmûna yekemîn be jî, vê sîstemê asteke baş a perwerdehiya zimanê kurdî bi mamoste û xwendevanan daye qezençkirin û di warê hişmendî de rê li ber guherînên girîng vekiriye.
Li gel perwerdeya di dibistanan de tê dayîn, xebatên amadekirin û zêdekirina mamosteyên zimanê kurdî jî her diçe zêde dibe. Bi nêzîkatî, feraset û hişmendiya, divê yek dibistan bê mamoste nemîne û tu kes ji perwerdeya zimanê kurdî bêpar nemîne, ji derveyî dibistanan jî li hemû bajar, tax û gundan dewreyên perwerdeyê tên vekirin. Di serî de jin û ciwan, gelek beşên din ên civakê jî di van perwerdeyan re derbas bûne. Li her sê Kantonên Cizîrê, Efrînê û Kobanê ji derveyî perwerdeya ku li dibistanên fermî tê dayîn, di nava du salan de dora 22.500 jin, ciwan û pîşesaz di perwerdeya zimanê kurdî re derbas bûne û bawernameyên SZK'ê girtine. Ji nava van bi qasî 3100 mamosteyên zimanê kurdî derketine û her diçe ev hejmar zêde dibe. Wekî SZK me plan kiriye ku em vê bêhndana havînê ya dibistanan jî ji bo bilindkirina asta mamosteyan li ser ziman perwerdeyên kûrkirinê bimeşînin û niha ev plana me di meriyetê de ye.
Wekî xebata akademîk li Kantona Cizîrê Akademiya Ziman, Dîrok û Wêjeya Kurdî ya Celadet Bedirxan (AZDWK) bi tevlîbûna 37 berendamên mamostehiyê 23.10.2013'ê li bajarê Qamişlo hat vekirin. Dewreya duyemîn bi beşdariya 40 berendamên mamostehiyê hat destpêkirin û bi awayek serkeftî bi encam bû. Îro (14.07.2014) jî em sêyemîn dewreya AZDWK bi tevlîbûna 30 berendamên mamostehiyê vedikin.
Li Kantona Efrînê Akademiya Ş. Ferzad Kemanger hatiye vekirin. Heta niha 6 dewre bi awayek serkeftî qedandine. Di her dewreyekê de 20-25 mamoste hatine gihandin; vê dawiyê jî hejmara her dewreyekê 35-40 kes in. Piştî her dewreyekê endamên ku perwerdeya xwe diqedînin bi awayek fermî dibin mamosteyên zimanê kurdî. Ev xebatên akademîk ji bo bilindkirina asta mamosteyên SZK’ê û fermîkirina wana tên meşandin. Li gel vê, di çarçoveya projeyeke taybet de li Efrînê Peymangeha Ş. Viyan Amara hatiye vekirin. Îsal 332 xwendevan di peymangehê de perwerdeya sala yekê qedandine.
Li Kantona Kobanê, Akademiya Viyan Amara Ya Ziman û Perwerdeya Kurdî di dîroka 29.12.2013'an de bi tevlîbûna 22 kesên berendamê mamostehiyê hat vekirin û niha ev akademî jî xebatên xwe didomîne.
Ji bo hejmar, li her sê kantonên Cizîrê, Efrînê û Kobanê niha 3100 mamoste (ji %95'ê vê hejmarê jin in) bi awayek çalak xebatên ziman dimeşînin. Hem li dibistanan ders didin, hem jî piştî dibistan diqedin li navendên SZK'ê perwerdeya ziman didin însanên ji her temenî yên civaka me. Di encama xebata van her du salan de di serî de jin û ciwan, 23600 însanên ji her temenî hatine perwerdekirin. Gelek ji van kesan niha di saziyên me yên YPG-YPJ, asayîşê de, di xebatên siyasî, civakî, aborî û hwd. de kar dikin. Heta gelek însanên Ereb û Sûryan ên dost û demokrat jî beşdarî van perwerdeyan dibin û dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin.
Wekî SZK divê em diyar bikin ku em tenê zimanê xwe esas nagirin. Îro em di qonaxeke têkoşînê de ne. Em gav bi gav zimanê xwe bi pêş ve dibin. Encex bi qasî ku em dixwazin zimanê xwe pêş bixin, em dixwazin tevahî ziman jî bi pêş bikevin. Nimûne, sala bihûrî li bajarê Dêrikê û Tirbespiyê hinek însanên ji gelê Sûryan xwestin di dibistanan de perwerdeya zimanê Sûryanî were dayîn. Belkî hinek kesan xwestin ji wana re astengiyan derxin, lê em wekî SZK bi wana re bûn alîkar ku mamosteyên Sûryan jî bikevin dibistanan, bi zimanê xwe perwerde bidin zarokan. Her wisa zimanê Erebî jî di dibistanan de tê dayîn. Ziman ku nîşana nasname û hebûna gelan e, em li Rojavayê Kurdistanê hebûna her zimanekî ji bo xwe wekî dewlemendiyeke însanî û çandî dibînin. Ji aliyê ferasetê ve, ji ber ku li ser vê erdnîgariyê gelê Kurd, Ereb û Sûryan bi salan e bi hev re jiyan e; em dibêjin, li Rojavayê Kurdistanê pêwîste her însanek destpêkê fêrî zimanê kurdî, erebî û sûryanî bibe. Paşê li gorî tercîhê dikare fêrî zimanên din jî bibe. Di herêmên xwe de em ê tu caran nehêlin astengî ji tu zimanekî re were derxistin. Her kes di perwerdeya zimanê dayîkê de azad e.
Di encama vê ked û xebata salan de niha gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bûye xwediyê hezaran mamosteyên zimanê kurdî. Îro gelek însan bi zimanê kurdî dinivîsin, dixwînin, berheman hildiberînin. Her wisa îro gelê Kurd, Ereb, Sûryan, Ermenî ji her demekê zêdetir nêzîkî hev in, bi xweşbînî ji hev fêm dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê xebata ziman wê gelên cîran zêdetir bi xweşbînî bi hev re bijîn, hevdû nas bikin, qîmet bidin nirxên hev.
Li ser vî bingehî deriyê SZK'ê ji her kesê azadîxwaz û demokrat re, ji her gelî re vekiriye.
*Koordînasyona SZK a Rojavayê Kurdistanê
ZOZAN GABAR: Li Rojava Şoreşa Ziman