Şêniyên gundê Panikê yê Erdexanê, bi hatina havînê re heywanên xwe dibin zozanan. Jinên çûne zozanan dibêjin zozan ji gundan xweştir e. Yek ji wan jinan Sûna Yildiz e û wiha qala jiyana zozanan dike: “Li zozanan ên zehmetê dikişînin jin in. Niha mêr li gund in û betal in. Dema çandiniyê jî mêr zehmetiyê dikişînin. Ji bo jinan jiyana li zozanan li gor a gund xweştir e. Li gund karê malê, karê baxçeyan, karê heywana heye, em dibetilin.”

MUJDAT CAN-MA/ERDEXAN