Zrîng xwînerên xwe çêdike

Haberleri —

MEHMET HALÎT ÇETÎNBAŞ / MA/STENBOL

Yek ji xêzkerên Kovara Zrîngê Mam Cîcî diyar kir ku ew girseyekê ava dikin û got: “Ziman pêwîstiya dewamkirina jiyanê ye.”

Kovara Zrîngê bi honandin, vegotin û dîtbariyên xwe awayê xwe diafirîne û bi xêzkirinê çîrokan vedibêje.  Mam Cîcî bi xêzeçîroka xwe ya bi navê “Zarokên Nemrûd, Tex Willer” û xêzkirina “Mamoste” piştevanî da kovarê. Ew dibêje, piştî ku kovara Pîne ya bi Kurdî hat girtin, her tim kovareke Kurdî di hişê wan de bûye û Cotmehê bihurî jî ev pêk hatiye.

 Cîcî ji ber xwendin û şiroveyên ji bo kovarê kêfxweş e, û dibêje: “Em girseyeke nîne, ji nû ve diafirînin. Gelek wext wê li vê biçe. Me dizanibû wê xwîner lê xwedî derkevin. Du her du hejmarên me de xwîneran elaqeyek baş nîşan da. Heke em tiştekî rast bikin gelê me wê xwedî lê derkeve.”

Cîcî dibêje kovarek bi vî rengî têgihiştina şaş a li hember xwendin û nivîsandina Kurdî jî wê bişkîne: “Kovar bi kêfxweşî tê xwendin. Di hundirê wê de qerf û henek jî hene. Tevgera dîtbariya xêze romanan heye. Ew dîtbarî bêhtir dike ku baş were xwendin û baş were fêmkirin. Kesekî kêm bi Kurdî zanibe jî dema li xêzan dinihêre dikare çîrokê di serê xwe bihûne.”

Cîcî dibêje, kovar divê ji bo 4 parçeyên Kurdistanê bê amadekirin: “Ji bo zarok û ciwanan divê naverokeke têr were hilberandin. Ziman pêwîstiya dewama jiyanê ye. Ziman bandoreke aborî ya jî yeke çandî li jiyanê wê bike. Wê çandê, em jî bi xêze roman û çîrokan îfade dikin.”

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.