Xêzekovara Zrîng hejmara xwe ya 2´yê jî derxist. Li kadroya xwe jî Ozgur Amed zêde kiriye. Edîtorê wê Dogan guzel dibêje, ew ê xêzker û çîroknûsên Kurdiyê bînin cem hev û kovarê xurttir bikin.
Hejmara duyê a xêzekovara bi Kurdî “Zrîng” derket. Edîtorê kovarê Dogan Guzel got, ew ê naveroka kovarê bi çîrokên xurttir dewlemend bikin.
Hejmara 2’yê a xêzekovara bi Kurdî “Zrîng” derket. Hejmara duyê a Zrîngê ku bi Kurmancî û Kirmanckî tê weşandin, digihê xwînerên xwe. Di vê hejmarê de Ozgur Amed jî li kadroya nivîskar û xêzkarên kovarê zêde bûye. Edîtor û xêzkarê kovarê Dogan Guzel anî ziman ku elaqeya ji bo hejmara yekê ew kêfxweş kirine û got, lê belê ew ê naveroka kovarê bi çîrokên xurttir dewlemend bikin.
Ti qeyd û bendên ziman nînin!
Guzel anî ziman ku pirsgirêkên di warê ziman de wan dane aliyekî û got: “A rast di xêzekovaran de zimanê tê bikaranîn bêsînor e. Lê em ê vî zimanê bêpîvan çi qasî bi kar bînin, em nizanin. Em dizanin ku di zimanekî de ku hê nebûye zimanê perwerdehiyê, heqekî me yê bêsînor tineye. Lê tehlûkeya sereke nêzîkatiya rastbêjiyê ye ku zimanê herêmî û kuçeyê wekî xeterekê dibîne. Recoyê ku Tirkî perîşan dike, ‘dîqet’a wî ya ji bo Kurdî bi xwe jî îşaret bi vê helwêstê dike. Me rica ji hevalê Reco kir ku Kurdî jî perîşan bike û dijminan zêde bike. Gelo bi vî awayî me qencî kir an xirabî, nizanim, lê wê bi ceribandin û şaşiyan bi demê re diyar bibe. Çawa be jî ev terza me ye.”
Çîrokên xurt
Guzel diyar kir ku elaqeya ji bo hejmara ewil ew kêfxweş kirine û wiha peyivî: “Belkî jî ji ber ku di weşangeriya Kurdî de bi awayekî otomatîk krîterên xwe kêm kirine, rexneyên neyînî çê nebûn. Helbet di kovarê de kêmasiya çîrokên xurt dixuye. Lê gava taxima me ya xêzkaran tam bi cih bibe, em ê vê meseleyê jî hal bikin. Dibe ku di camîaya me de xêzkar kêm bin, lê em dizanin li derve gelek çîroknûs hene. Rojekê em ê li hev kom bibin.”
Guzel wekî din bal bire ser belavkeriya kovarê jî û got, di warê belavkirinê de jî hin kêmasî hene, lê belê wê ev mesele jî bê helkirin.
MA/AMED