Xêzekovara kurdî Zrîngê, dayika du zarokên astengdar Elîf Kisa xêz kir. Elîf Kisa, ji 3'yê Kanûna 2019'an ve girtiye. Li navçeya Mereşê Elbistanê Elîf Kisa ya 64 salî, 3'yê Kanûna 2019'an bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatibû girtin. Ji roja hatiye girtin heta niha kurê wê yê astengdar Ahmet Kisa, ji bo berdana diya xwe çalakiyên cur bi cur li dar dixe û heta niha parêzeran jî ji bo berdana Kisayê gelek caran miracaet kirin, lê belê dîsa jî nehatiye berdan.
Îmam Cîcî ji xêzkerên Zrîngê ye û wî bi vê xêza xwe ya nû bal bire ser rewşa Elîf Kisayê. Cîcî, xêza xwe bi hashtaga #FreeElifKisaNow parve kir.
NAVENDA NÛÇEYAN