ŞÎLAN MIHEMED / ANHA / MINBIC

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Hemo Ebdulrezaq der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Kor Hiyûk û Bûxazê yên rojhilatê Babê de, agahî da û got, ew mafê xwe yê parastina rewa dikin û wiha peyivî: “Gelê herêmê dibêje, ew dê li hember her êrişeke çeteyan li cem şervanên me rawestin. Em morala xwe ji gel werdigirin.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Kor Hiyûk û Bûxazê yên rojhilatê Babê kir, doh bi şev di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyeyê de li her du gundan şer qewimî.

Girêdayî bûyerê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Hemo Ebdulrezaq da zanîn ku ev demek e çeteyên dewleta Tirk a dagirker şervanên wan aciz dikin û wiha axivî: “Doh (pêr) bi şev dîsan çeteyan şervanên me kirin hedef. Doh (pêr) êvarê jî çeteyan hêzên me yên li gundên Kor Hiyûk û Bûxazê yên li rojhilatê bajarê Babê, kirin hedef.”

Hemo destnîşan kir ku çeteyan bi çekên giran mîna doçka êrişî wan kir û wiha dewam kir: “Me êrişî ti kesî nekiriye û em di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.”

Fermendarê qadê yê Meclisa Leşkerî ya Babê Hemo Ebdulrezaq di dawiyê de got, ew morala xwe ji gel digirin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Şêniyên herêmê dibêjin heger ji wan were xwestin, ew ê çek rakin û li rex me şer bikin. Em ê vî gelî biparêzin û li hember her êrişekê li rex wan bisekinin.”