Dev ji têkiliyên gemarî berdin
Dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdîn li gelek welatên Ewrûpayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Her wiha der barê mijarê de raya giştî hate agahdarkirin. Ji Bonnê heta Viyana, ji Marsîlya heta bi Osnambruckê çalakiyên protestoyê û agahdarikirinê hatin kirin.
Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Civak Kurd a Demokratîk li bajarê Elmanyayê Bonnê li Frîeden Platzê bi danîna konekê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê protestokirin. li vî konî Kurdistaniyan belavokên li ser dagirkirina şaredariyên Kurdistanê belav kir û xelkê derdorê agahdar kir. heman çalakî îro jî saet 14:00´an dest pê dike û heta saet 18:00’an dewam dike.
Li bajarên Elmanyayê Osnabruck û Bielefeldê jî dagirkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê bi çalakiyên li ber avahiyên şaredariyan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de raya giştî jî hate agahdarkirin.
Çalakiya protestoyî ya li Kolnê bi xwe doh di roja 11’an de dewam kir. Konê agahdarkirinê saet 16’an li Bahnhofvorplatzê hate vedan. Di çalakiyê de der barê dagirkirina şaredariyên Kurdistanê de raya giştî hate agahdarkirin. Ji bo meş û çalakiyên 31’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê yên bi rasthatina Roja Aştiyê ya Dinyayê jî di çalakiyê de bang hat kirin.
Li Dortmundê bi heman armancê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û raya giştî hate agahdarkirin.
Li Fransa, Awusturya
û Holanda jî çalakî
Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlya yê Fransayê çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkirina şaredariyên Kurdistanê bi qeyûman, didomin. Kurdistaniyan li meydana Vieux-Portê standa agahdarkirinê danîn. Çalakî bi hevkariya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û TEV-ÇAND’ê pêk hat. Dezgeha agahdarkirinê doh jî li Marsîlyayê li meydana Castelanê hat danîn.
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê li ber Şaredariya Bajarê Mezin bi xeleka ji mirovan dagirkeriya bi qeyûm a şaredariyên Kurdistanê, Amed, Wan û Mêrdînê hate şermezarkirin. Bi organîzasyona Yekîtiya Hêzên Demokratîk çalakî hat kirin. Çalakgeran xelekeke ji mirovan çêkir.
Parlamentera berê ya Keskan, Alev Korun di çalakiyê bang li hikûmeta Awusturyayê û rêxistinên civaka sivîl kir ku piştevaniya şaredariyên Kurdistanê yên HDP’yî bikin.
Korun aciziya xwe ji bêdengiya Ewrûpayê nîşan da û got, ‘’Dev ji têkiliyên xwe yên gemarî yên bi hikûmeta Erdogan re berdin.’’
Dagirkeriya bi qeyûman li bajarên Holandayê Den Haag û Amsterdamê hate şermezarkirin. Li ber parlamenê ya li Den Haagê û li meydana Dam a li Amsterdamê dezgehên agahdarkirinê hatin vedan. Der barê mijarê de bi belavokan raya giştî hate agahdarkirin. Endamên Yekîtiya Suryaniyan a Ewrûpayê jî tevlî çalakiyê bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN