
Li aliyeke din derbarê pevçûnên ku derketin fermandarekî YPG'ê da zanîn ku pêr saet di 21.00'an de pevçûn li gundê Basilê derketin û di encama pevçûnên ku heta sertên sibê dom kir şervanên YPG'ê çalakî li dijî navenda ku komên çete xwe tê de bi cih kirin pêk anîn û di encama Çalakiyê de devera di navbera gundên Basilê û Bênê ku komên çete xwe tê de bi cih kiribûn ket destê şevanên YPG'ê de. Fermandarê YPG'ê tekez kir ku di van pevçûnan de 18 çekdar hatine kuştin û gelek birîndar bûne. Her wiha şervanên YPG'ê riyên di navbera Cilbirê, Mêryemîn û Til Rifet de ketin destê şervanên YPG'ê de û bendên kontrolê li ser van riyan danîn û riyên ku cebxane ji çekdarên xwe di gundê Basilê de bi cih kirine bi temamî hatin girtin.
Nûçegîhanê ANHA'yê li Şêrawa tekez kir ku gundê Basilê ji aliyê YPG'ê hatiye dorpêçkirin û agahiyên ji gund hatine bidestxistin dide nîşan dan ku çekdarê ku xwe di gundê bi cih kirin atmosfereke bi tirs ji milê biskolojî jiyan dikin û nema dikarin serbest di nava gund de tevbigerin. Her wiha hate hînbûn ku komên çete hin malên welatiyên Kurd ku ji gund koçber bûne şewitandin.
ANHA/EFRÎN