
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de ji malbatên karkerên di bendava Kozanliyê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û xwest lêpirsîn bê destpêkirin. Demirtaş, nêzîkatiya li dijî darbeya 28'ê Sibatê û pergala 4+4+4 rexne kir û anî ziman ku armanc li diji siyazeta demokratik û civakî ye û dixwazin bi pergala perwerdehiyê ciwan û civaka kole ava bikin. Demîrtaş, girtina malên perwerdehiyê jî rexne kir û da zanîn ku girtina malên perwerdehiyê encama feraseta darbekarên 28'ê Sibatê ye. Demîrtaş, geşedanên li girtigehan jî rexne kir û da zanîn ku tu şert û mercên mirovan li girtîgehan tune. Demîrtaş, çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementer û siyasetmedaran jî bibîr xist û anî ziman ku ew piştgiriyê didin çalakiyê. Demirtaş 8'ê Adarê jî pîroz kir.
Heverokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di destpêkê de ji malbatên karkerên ku di bendava Goksu ya Kozanli ya Edeneyê de ji yana we ji dest dan sersaxî xwest û xwest hikûmet û dewlet bi lezgîn der barê mijarê de lêpirsînê dest pê bike û bûyerê ronî bike. Demîrtaş, darbeya 28'ê Sibatê jî rexne kir û wiha got: "Darbeya 28'ê Sibatê li diji siyaseta demokratîk e . Armanca wê çi dibe bila bibe, ji aliyê kêve pêk hatibe bila bibe li dijî siyaseta demokratîk û sivîl e. Ne tenê lie dijî Erbakan e. Bi vê darbeyê xwestiye li gorî xwe siyasetê bi teşe bike. Hikûmeta niha jî xizmet ji Feraseta Nerina Neteweyî re kir. Her wiha hembêza xwe ji sermayedarên navneteweyi re vekir û hemû sazî û dezgehên Tirkiyeyê arizî kirin û pêşkêşî polîtikayên neolîberalê kirin."
'Hûn hilberîna darbekaran in'
Demîrtaş wiha pê de çû: "Ger ku hikûmeta AKP'ê li dijî hişmendiya 28'ê Sibatê be, wê demê çima siyasetmedar, nivîskar parazvanên mafên mirovan tên girtin. Niha manşetên nûçeyan diyar dikin û fermanê didin rojnamegeran. Bi fermana wan şaredar û siyasetmedar tên girtin. Armanca vê darbeyê hem siyasetê û hem jî civakê dil bigire. Niha jî hikûmeta AKP'ê vî karê dîlgirtina siyaset û civakê dike. Bi manşetên sîparîş di rojnameyên xwe yên alîgir de girtina siyasetmedaran nîşan didin. Dibe ku tangan li nava bajaran nameşîne, lê her şev panzêran li nava bajaran dimeşînin. Îro jî di berdewama wê de siyasetmedar tên bêdengkirin. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje darbeya 28'ê Sibatê bi ser neketiye."
Demîrtaş, bilêv kir ku hêj darbeya 12'ê Îlonê û darbeya 28'ê Sibatê dijî û didome. Demirtaş, destnişan kir ku hêj darbekarên 28'ê Sibatê li ser kar in û wiha lê zêde kir: "Niha dadgehên bi Rayeyên Taybet li dijî zagon û hiqûqe ne Ev zagonên Bi rayeyên taybet li dijî zagonê û hiqûqê hatine avakirin. Ne rewa ne. Girtina hevalên me jî ji aliyê van dadgehên dijzagoni hatin girtin. Em tu varî vê yekê qebûl nakin û em dê her tim li dijîwan têbokşin."
Pergal ji MGK'ê derdikeve
Demîrtaş, da zanîn ku pergala perwerdehiyê ya 4+4+4 ji aliyê çend parlementerên AKP'ê di nava xwe de niqaş kirine û pêşkêşî meclîsê dikin û wiha berdewam kir: "Ev peşnûme di nava sendîkayan de nehatin niqaşkirin. Nerîna tu kesî nehat girtin. Niha Wezîrê Perwerdehiya Neteweyi diçe Lijneya Nerteweyî îkna dike û vê daxwaza xwe bi wan dide qebûlkirin. Ev berhema feraseta dardbeya 28'ê Sibatê ye. Bêyî ku fikr û projeyên xwe bi meclîsê re parve bikin dikin meriyetê. Hurmeta wan li hemberî meclîsê tune. Dixwazin bi vê yekê rê li pêşiya îmam xetîban vekin." Demîrtaş, da zanîn ku biryar ji MGK'ê derdikeve û meclîs jî erê dike.
'Malên perwerdehiyê digirin'
Demîrtaş, girtina malên piştgiriya perwerdehiyê yên şaredaryên BDP'ê jî rexne kir û da zanîn ku kesên berê kursên kuranê digirtin, niha Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên şaredariyên BDP'ê digirin û pergala darbeya 28'ê Sibatê berdewam dike. Demîrtaş, komkujî jî şermezar kirin û wiha berdewam kir: "Kesên li Basayê 11 welatiyên sivîl kuştin, di 28'ê Kanûnê de li Roboskiyê 34 welatî qetil kirin. Feraset nehatiye guhertin. Me doz bir Dadgeha Neteweyên Yekbûyî û em dê heta dawî vê lêpirsînê berdewam bikin. Helwesta Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn ne rast e. Daxuyaniyên wezîr ên li Taksîmê daxuyaniyên nijadperetiyê ne. Ger ku me ew daxuyaniyên ku wezîr kirin, ji sedî 10 gotibûna dê dozger der barê me de doza nijadparastiyê vekiribûya. Lê ji ber ku doz ji aliyê wî ve tên meşandin dozger bêdeng in."
Demirtaş, da zanin ku li her derê hestiyên komkujiyê derdikevin û got li Dêrsim, Kerboran, navenda JÎTEM'ê û gelek cihên din komkujî pêk hatin.
'Girtîgeh eynaya demokrasiyê ye'
Demîrtaş, bal kişand ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û got: "Li welatekî eyneya demokrasiyê girtîgehê wî welati ne. Niha li tu girtîgehên Tirkiyeyê şert û mercen mirovan lê tune. Mînaka herî dawî Girtîgeha Pozantiya Zarkokan e. Diviya bû zûde hatibûya girtin û gelek rapor li ser wê hatin amadekirin. Ji bo der barê wêde lêpirsîn pêk bên em dê di nava hewldanan de bin. Niha belasebeb û neheq mirov girti ne. Li girtîgeha Sêrtê kapasîteya wê 510'in, lê 882 girtî dimînin. Li girtîgeha Hihayê kapatîse 380 ye, lê 1070 girtî dimînin. Li hemû girtîgehan hêjmar 2-3 qat e. Li girtîgehan bi awayekî rêk û pêk îşkence tê kirin. Çareseriya pirsgireka girtîgehan bi avakirina gitîgehên nû çareser nabin. Bi darizandina demokrakik pêk tê."
Demîrtaş, bal kişand ser çalakiya girevê ya birçîbûnê û wiha bilev kir: "Çalakiyên gireva birçibûnê di roja 15'an de berdewam dike. Ne ji ber gazincên hundir, ji ber komkujî, tecrîd û zextên li ser gelê Kurd û tecrîda Ocalan hevalên me bedena xwe dane ber mirinê. Niha 3 parlementerên me û bi sedan girtiyên siyasi bedena xwe dane ber mirinê. Em piştgiriyê didin çalakiya wan û dixwazin her kes li çalakiyê xwedî derkevin." Demîrtaş, di dawiya axaftina xwe de 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî pîroz kir û piştgiriya xwe anî ziman.
DÎHA/ENQERE