Di çalakiya ku ji aliyê welatî û gelek rêxistinên saziyên sivîl jî rastî piştgiriyê hat de KESK'iyan duh saet 17.00'an de bi otobûsan berê xwe dan Enqereyê.
Hêzên Demokrasî û Kedê yên Amedê bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî KESK'ê pêk hat li ber Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin cem hev. Kedkarên dixwazin ber bi Parqa Koşuyoluyê ve bimeşin rastî barîqata polîsan hatin. Li ser vê yekê daxuyanî li ser Mêvanxaneyê hate kirin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê yê Amedê Alîcan Çetînkaya, daxuyanî xwend û diyar kir ku KESK li hemberî pêkanînên dijdemokratîk û zordestî yên hikûmeta AKP'ê serê xwe natewîne û dê her tim têkoşîna xwe berdewam bike.
Dê têkoşîn bidome
Platforma Şaxên KESK'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber avahiya KESK'ê daxuyanî da çapemeniyê, binçavkirin hat şermezarkirin.
Platforma Şaxên KESK'ê ya Dîlok jî bi heman armancê li parka Yeşîlsu daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê kedkaran serokê Egîtîm Sen'a Dîlokê Omer Faruk Koç daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hemû kesên daxwaza maf û demokrasiyê dikin binçav dike û digire. Koç, anî ziman ku ew dê her tim têkoşîna xwe bi biryar berdewam bikin.
Çalakiya rûniştinê
Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrdînê ji bi heman armancê li Qada Newrozê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê kedkaran serokê Egîtîm Sen'a Mêrdînê Mehmet Can Yildiz daxuyanî xwend û binçavkirin şermezar kir û anî ziman ku ew dest ji têkoşîna xwe ya kedê bernadin. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Platforma KESK'ê ya Êlihêjî bi heman armancê li Parka Ataturk daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê kedkaran serokê SES'ê Esad Altunişik daxuyanî xwend û diyar kir ku hemû kesên dixwazin wekî mirov bijîn û welatekî demokratîk dixwazin hedef tên girtin.
ÊLIH/SÊRT/AMED/MÊRDÎN/DÎLOK-DÎHA