Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan derbarê polîtîkayên dewleta Tirk ên li hember Suriyeyê wek durûtî nirxand. Karayilan gotinên Serokwezîrê Tirk Recep T. Erdogan ên li derbarê rewşa li Suriyeyê de wek 'balkêş' binavkir û derbarê vê yekê de wiha axivî: "Gotinên ku Erdogan ji bo Sûriyeyê gotin, bi rastî jî pir balkêş in. Li aliyekê li rexmê pêkanîn dewleta Sûriyeyê dibêje, pirsgirêka Sûriyeyê pirsgirêka me ya navxweyî ye, li vir wisa nîşan dide ku ew dikare mudaxeleyê Sûriyeyê bike û ev yek tehdît e." Karayilan êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî kurdan bibîranî û wiha pêde çû: "Erdogan ji Sûriyeyê re dibêje ‘Dewletek ku gule berdide gelê xwe, li Kurdistanê jî dibêje 'jin be, zarok be kî be, wê hêzên ewlekariyê tişta pêwîst bikin' divê neyê jibîrkirin heta îro gelek sivîl bi destên polîsên tirk hatine kuştin. Erdoganê li hemberî gelê Sûriyeyê ewqas hesas e, çim ali hemberî tundiya li ser gelê kurd ê di nava sînorê wî de ye bêdeng e? Ev nakokiyeke mezin a hikûmet û Erdogan e."

'Erdogan dişibe Demîrel'
Karayilan di analîza xwe ya derbarê polîtîkaya hikûmeta AKP şiband wek ya Serokdewletê berê yê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel û got: "Di sala 1998 de Atîlla Ateş gef li Sûriyeyê xwar, Suleyman Demirel jî di meclîsê de axaftinek an geflêxwarinê kir. Niha jî axaftina Erdogan dişibe axaftina Demirel. Wê demê gef li Sûriyeyê xwarin, Sûriyeyê Rêberê me ji xaka xwe derxist. Gotibûn ger hûn dernexein em mudaxele bikin. Îro jî bi hincetên cûda Sûriyeyê tehdît dikin. Çawa dibe bila bibe, Tirkiye di nava xaka sînorên xwe de mirinê ji Kurdan re rewa dibîne, li derveyê jî ewqas li dijî zextên li ser gelan e, ev yek nakokiyeke mezin e."

'Erdogan xizmetkarê polîtîkayên DYA'yê ye'
Karayilan got rewşa gelê Sûrî a xirab ne xema Erdogan e û Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ji bo teslîmgirtina Sûriyeyê rol girtiye û wiha berdewamiya gotina xwe kir: "Ev yek aşkere ye ku zextên ku Sûriye li gelê Hema an jî cihên din dike ne di xema Erdogan de ye. Pirsgirêk ne tenê Sûriye ye. AKP ji bo avakirina Îslama nerm a li hemberî û ji bo DYA bikare ji nû ve şêwazek bide herêmê, xizmetê dike û bi DYA’yê re li hev kiriye. Erdogan par madelya bi Qeddafî ve kir, niha jî ji bo xistina Qeddafî her tişta ji destê wê dike. Li ser esasê vê planê 30 hezar karkerên Tirk ên li Lîbyayê vekişand. Piştre jî Lîbyayê kir hedef. Niha jî Sûriyeyê dikin hedef."

'Berî her tiştî pirsgirêka kurd çareser bike!'

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan wiha dawî bi gotina xwe anî: "Divê mijarê de hewl dide ku xwe wisa nişan bide ku ew aliyê gel digire û li dijî tundî û zextan e. Ev yek ne rast e. Heman Erdogan li Kurdistanê biryara berdewamkirina tundiya li Kurdistanê daye. Lê hinek hesap û hêviyên wî yên cûda li ser Sûriyeyê hene. Ji ber ku hêviyên wî pêk nehatin, ji ber wê jî hêrs bû û dest bi gefan kir. Niha di wê baweriyê de me ku gelên herêmê, niyeta esas a Erdogan û AKP’ê fam kirin. Kanî te digot tu pirsgirêk bi welatên cîran re tune ye? Gelo Ahmet Davûtoglû bi xwe ne mîmarê vê stratejiyê bû? Di bin wê ‘sifir pirsgirêkan’ de çi hebû û niha jî hat vê rewşê? Li şûna ku Tirkiye dersa demokrasiyê bide welatekî, divê beriya her kesê dersê bide xwe û pirsgirêkên din ava xwe de çareser bike. Li aliyekê li dijî Kurdan şîdet û zextan dimeşîne, li aliyê din jî radibe û şîretan li yeke din dike."

ANF



Davutoglu çû Sûriyeyê


Dewleta Sûriyeyê ji ber ku bi awayekî tund mudaxaleyî muxalefeta hindurê welatê xwe dike, rasta berteka raya giştî tê. Beriya ku mudaxaleya leşkerî ya pêkan li hemberê Suriye bê kirin, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu, ji bo hin hevditîna çû Suriye. Davutoglu, dê peymanên navneteweyî û Amerîkayê bibe ji Sûriyeyê re. Çend roj berê Serokwezîrê Tirk Erdogan anîbû ziman ku ji bo encama hevditîna bigirin li benda bersiva Esad in. Revêberiya Suriyeyê ji pişti daxuyaniya Erdogan, got: „Davutoglu peymanên hişk bine wê bersivên hişk bigire.“

Tank ketin bajarê li ser sînor


Hate ragihandin ku tankên Sûriyeyê ketine navçeya Bîneşê ya li ser sînorê Tirkiyeyê ye. Li gor çavkaniyên herêmî, tank û wesayitên zirxî yên Sûriyeyê vê sibehê ketine nava Bîneşê. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê herî dawîn 7 sivîlên din jî hatibûn kuştin. Û her wisa hate ragihandin ku artêşa Sûriyeyê operasyonên xwe yên li Dêr’a Zorê didomîne.

BÎNEŞ/DÎHA