Asûriyên ji gundê Çemrebetkî ku giredayê Mûsilê ye ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç kirin û xwe li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê girtin, gotin "Li dijî êrîşan, alîkariya herî mezin PKK'ê da me."
Jinên Asurî ji gunde Hemdaniyê-Qerakoç ya bi ser Mûsilê ve koçber bûye di der barê koçberiya xwe ji ANF'ê axiwîn
Dayika bi navê Hena Mansûr Îbrahîm got bi tevî cîranê xwe ji Mûsilê koçberê Hêrêmên Parastinê yên Medyayê bûnê û wiha axivî: "Em 17 malbat bi hev re di heman dibistanê de dijîn. Qet agahiya me ji nasên me nîne, her yek çûye derekê."
Dayika Hena anî ziman ku rêxistina herî baş wate da van êşên wan û bi her awayî alîkarî da wan partiya PKK’ê ye û axaftina got; "Tevî van êrîşan, PKK’ê derfetên jiyanê ji me re ava kir û bi rengek mehane alîkarî û pêdiviyên jiyanê dide me."
Hena Mansûr Îbrahîm got çeten DAIŞ'ê êrîşî hemû Misilmanan, Ezîdîyan û Mesîhîyan kir û wiha dewam kir: "Dest avêtin me jinan û revandin, her kes qetil kirin. Çima wiha li me dikin, ma me çi ji wan kiribû. Wek mesîhî, me ti carî kes ne êşandiye."
'Bila Asûrî bibin yek '
Keça ciwan a bi navê Seydê jî nêrîn û daxwazên xwe bi van gotinan parve kir; "Zext û êrîş pir çêbûn, bi taybet jî li ser me Mesîhiyan. Tevî van êrîşên dijwar tişta herî zêde em bandor kirin, berxwedaniya jina Asûrî ya ku li Rojavayê Kurdistanê li Xabûrê li hember DAIŞ’ê nîşan didi. Seydê bang hemû Asûriyan kir ku bila hemû Asûrî bibin yêk û li hev xwedî li welatê xwe derbikevin.
Zarokên Asûrî jî bang li tevahî mirovahiyê kirin ku ji bo dawî li hovîtiya DAIŞ’ê bê anîn û bi vî rengî ew jî karibin lîstikên xwe li kolanên welatê xwe bi xeyalên paqij û ewle bidomînin.
ANF/BEHDÎNAN