Aloziya ku li Iraqê destpê kiriye lîstikên welatên li Rojhilata Navîn hê kûrtir dibe. Tevî hemû hewldanên neteweyî û navneteweyî aloziya li Iraqê tesîreke neyînî li ser welatên derûdor û gelê Kurd dike. Parlementerê parlementoya Iraqê Mahmud Osman civîna li bajarê Hewlêr a Herêma Federal a Kurdistanê bi armanca çareserkirina aloziya li Iraqê hat lidarxistin nirxand û diyar kir ku destdirêjiya dewleta Tirkiye û Îranê aloziya Iraqê kûr dike. Osman anî ziman ku qrîza li Iraqê dijî ne qrîza îro ye û got; "Du sal beriya niha aloziya li Iraqê destpê kir. Paşê ev danûstandin û hilbijartin çêbûn. Di navbera Allavî û Malîki de nakokî derket. Li ser van nakokiyan hikûmeta îro ava bû. Wê demê gotin, 'ev hikûmeta şirîkatiyê ye', lê di heqîqetê de temamî ne şirîk bûn. Di navbera wan de pirsgirêkên mezhebî û siyasî hebûn. Ev pirsgirêk her ku çû mezintir bûn, aloziya îro derket holê. Niha jî du aliyê vê qrîzê heye. Aliyek meseleye hêzan, cematan û Kurdan e, aliyê din jî peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan û Hikûmeta Federalî ye Bexda ye. Divê her du hêz ji bo çareseriyê danûstandinan bikin."

'Du welat li gorî berjewêndiyên xwe nez dibin'
Osman destnîşan kir ku Tirkiye û Îran pirsgirêkên nava Iraqê kûr dikin û anî ziman ku ji hêlekê ve Tirkiye û ji hêla din ve jî Îran cudakariya hêzên Iraqê dikin. Osman wiha axivî: "Tirkiye, Qetar û Sûdî pişta erebên sûnî digirin. Îran pişta erebên şîa digire. Her du dewlet (Tirkiye û Îran) ji kîjan aliyê berjewendiyên siyasî hebe, piştevaniya wir dike. Kurd di navbera wan de dimînin. Kurd bi van hemû hêzên navborî re di nav têkiliyê de ye."

Hevkariya aborî zeîf e

Osman, bal kişand li ser pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraq û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê de û diyar kir ku di warê aboriyê de jî hevkarî nîn e. Osman pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de bi van hevokan anî ziman: "Li Iraqê dû aborî hene. Ev jî çaraser nebûye. Dibêjîn; 'mafê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan nîne ku dewlemendiyên binerd û sererd bikar bîne.' Rêveberiya Herêma Federal jî dibêje; 'mafê me heye em van dewlemendiyan bikar bînin.' Pirsgirêka din jî meseleya hêza bergirî peşmerge ye. Xalên esasî yên dibe sedema pirsgirêkên bingehîn ev in."

'Divê Malikîsiyaseta xwe biguhere'
Osman, anî ziman ku civîna Hewlêrê nîvçe ma û der birî ku pirsgirêkên tên jiyîn berfirehî nehatin ziman. Osman, destnîşan kir ku her çi qasî civîna Hewlêrê bi armanca çareseriya pirsgirêkan hatibe lidarxistin jî diyar kir ku divê civîneke hê berfirehtir bê lidarxistin û got; "Di civînê de hat xwestin ku Malîkî siyaseta xwe biguhere. Peywendîyen xwe di navbera Kurdan û sûnnîyan baş bike û bo çaraseriya pirsgereken Iraqê alîkarî bide Kurd û sûnniyan ku vê aloziyê bi hev re derbas bikin. Heke Malîki wan gavan avêt dikarin bi hev re tifakêk çebikin. Heke nekir wê demê dê li ser rê û rêbazên din bê fikirîn."

'Kurd dê çarenûsa xwe diyar bikin'
Osman, bal kişand li ser referandûma gel û da zanîn ku di civînê de di navbera Bexda û Hewlêrê de peymana tifaqê hatiye îmzekirin. Osman, anî ziman ku heke tifaqa hat îmzekirin nekeve meriyetê gelê Kurd dê biçe referandûmê û çarenûsa xwe diyar bike û wiha berdewam kir: "Li gorî nêrîna min gele Kurd hemû dixwazin dewleteke wan hebe. Di civînê de hat gotin ku heke di encama giftûgoyên bi Bexdayê re çaraseriyek pek neyê Kurd dê çarenûsa xwe diyar bikin." Osman, bibîr xist ku Herêma Federal a Kurdistanê ne tenê ji bajarên wekî Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê pêk tê û diyar kir ku li gorî madeya 140'an divê Kurdên ku li Nînova û cihên din dijîn jî bizivirin ser xakên xwe. Osman, der birî ku vegera Kurdan girîne e û destnîşan kir ku divê Kurd li ser xaka Kurdistanê bicih bibin û biryarên xwe bixwe bidin.


DÎHA/HEWLÊR  




Planên hilweşînê  


Krîza siyasî ya li Iraqê her ku diçe dijwartir dibe. Aşkere bû ku ji bo hilweşandina desthilatiya hikûmeta Serokwezîrê Nûrî El Malihî, li formûlan tê gerîn. Ger Malikî di nava 15 rojan de biryarên li Hewlêrê pêk neyne, muxalîf dê serî li dengên ewletiyê (raya pêbaweriyê) ya parlementoyê bidin.
Hefteya borî li Hewlêr bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, rêberê El Iraqiye Iyad Elawî, rêberê Şiî Muqteda Sadr û Serokê Meclîsa Iraqê Usame Necefî civînek hat lidarxistin. Li gorî bazara di civînê de hat kirin, ger Malikî di nava 15 rojan de biryarên civîna Hewlêrê yên ji bo parvekirina rayeyên siyasî pêk neyne, dê serî li dengê pêbaweriyê yê Meclîsê bidin. Ger komên Şiî yên wek Koma Sedr û Konseya Bilind a Îslamî ya Iraqê piştgiriya xwe ya ji bo Malikî qut bikin, ji 325 kursiyan, tenê 89 kursiyên Malikî dimînin û ev yek jî dê bibe sedema hilweşîna hikûmetê.
Malikî, beriya civîna li Hewlêrê çû Îranê û piştgirî xwest. Lê formula ji aliyê Îranê ve ji bo Malikî û Şiîyan hat kirin, ji aliyê Sedr ve nehat qebûlkirin, vê yekê jî rê li ber civîna li Hewlêrê vekir.Hat diyarkirin ku rêberên Kurd û muxalîfan li Hewlêrê tenê 15 rojan mawe dane Malikî û ji ber wê jî hewldanê ji bo çareseriya krîzê jî zêdetir bûn. 

BEXDA