Dibistanên alternatîf
Yek ji mamosteyê Mala Piştgiriyê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku mîna bajarên herêmê li Dêrsimê jî hewl didin zimanê dayikê were pêşxistin û ji 2011'an ve bi mamosteyên Egîtîm Sen'ê re perwerdeya zimanê dayikê û çandî didin 120 xwendekaran. Ayhan anî ziman ku li Mala Piştgiriyê dixwazin li hember pergala perwerdeyê ya tirk a tekperest û ezber, alternatîfan ava bikin û wiha got, "Ji ber vê yekê jî armanca me ya esasî eve ku zarok zimanê xwe yê dayikê pêş bixin."
Eleqeya malbatan divê
Ayhan anî ziman ku ji 120 zarokên ku tên Mala piştgiriyê tenê 20 jê bi awayekî baş bi kirmanckî diaxivin û got, "Ji bo kirmanckî tune nebe em di nav hewldanan de ne, lê kêm dimîne. Di vê mijarê de eleqeya malbatan jî girîng e." Ayhan di dewama axaftina xwe de da zanîn ku der barê zaravayê kirmankî de çavkanî kêm in û wiha dewam kir, "Em hewl didin di aliyê hunerî de ziman pêş bixin. Ji bo ziman bê fêrkirin û hezkirin em skêçan amade dikin."
Têkoşîn pêwîste
Ayhan, diyar kir ku gelê Dêrsimê ji ber nasnameya xwe ya Elewî û Kurdî tê pelçiqandin û wiha axivî: "Em hewl didin travmaya ku ji ber pelçiqandina gelê me ava bûye rakin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî xwezayî yê mirovan e. Divê hem li Dêrsimê hem jî li Kurdistanê bingeha wê bê avakirin. Em zarokan li gundên Dêrsimê û bajarên Kurdistanê bigerînin da ku zaravayên din jî nas bikin. "
DÎHA/DÊRSIM