
Êrîşa komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Her wiha li aliyeke din jî ambargoya li ser Rojava jî bi lez û bez berdewam dike. Platforma Piştevaniya Rojava serdanên xwe yên ji bo ambargoya li Rojava li Enqereyê qedand. Platforma ku bi hevkariya KCD, BDP, OSP, KADEP, HDK, ESP, EMEP, DDKD, Înîsiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê ya Dîcle Firat hatiye avakirin li Enqereyê hevdîtinên girîng pêk anîn. Platformê bi komên meclîsê yên BDP û CHP, MAZLUMDER, ÎHD, KESK, û nunerên PDK Û YNK’ê yên Enqereyê re hevdîtin pêk anîn. Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Seydî Firat bal kişand ser ambargoya li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku wan di vê derbarê de li Enqereyê hevdîtin pêk anîne, dê bi rêya kampanyayan alîkarî bişînin.
Êrîş ambargo û xizmet
Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê û Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer ambargoya li der Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku êrîşên komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê li hemberî Rojava pêk tên û ambargoya li ser Rojava xizmeta heman tiştê dikin. Uçer got: “Ev hewldan ji bo şkandina têkoşîna azadiya Kurdan in. Ev êdî gihiştiye asteke navneteweyî. Divê Kurdên li parçeyên din di vê mijarê de hesas bin. Di hevdîtina me bi Birêz Mesûd Barzanî re pêk anî de me ji wan xwest ku daxilê vê yekê nebin. Ew bi xwe jî bi bihîstyarî nêzî tiştên ku me ji wan re gotin bûn. Lê dîsa ambargo bi hevkariya hêzên navneteweyî û hewldanên Tirkiyeyê berdewam dike.”
Uçer diyar kir ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi zîhniyeta “Em di salên 90’an de mudaxilê Iraqê nebûn, em vê carê li Sûriyeyê vê xeletiy nakin” tevdigere û ji ber vê jî ji bo pûçkirina tevgera azadiyê desteka çek û lojîstîkê dide komên çete. Uçer destnîşan kir ku dewleta Tirk destekê dide komên çete, vê yekê jî bes nabîne ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê dişidîne.
Li dijî ambargoyê be deng nemînin
Ozdal Uçer îşaret bi girîngiya yekitiya neteweyî ya li hemû parçeyên Kurdistanê kir û got: “Kîjan parçe dibe bila bibe, divê hemû parçe destekê bidin azadiya hev du. Em weke KCD û BDP, xwedî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê derdikevin, ji bo rakirina ambargoyê û pûçkirina wê em di çarçoveya yekitiya neteweyî de kampanyayaên alîkariyê didin destpêkirin.” Uçer destnîşan kir ku ambargo sucê mirovahê ye û da zanîn ku divê hemû Kurdên li her çar parçeyan bibin yek û vê ambargoyê hilweşînin.
Uçer got: “Divê em li hemberî van hemû êrîşên komên çete û dewletan azadiya Kurdên Rojava biparêzin. Ji ber ku hêzên navneteweyî û dewlet di çarçoveya berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî de nêzîkê gelê Rojhilata Navîn dibin, ew li hemberî vê ambargoyê bê deng dimînin. Lê divê Kurd li hemberî vê ambargoyê be deng nemînin. Ev wezîfeyeke mirovahî û wijdanî ye.”
ANF/ENQERE
Ji girtigehê piştgirî
Girtiyên Girtîgeha Amasyayê yên PKK'yî bi riya malbatên xwe Şoreşa Rojava silavkirin û destnîşan kirin ku piştgiriya xwe ya maddî û manevî didin kampanyaya hatiye destpêkirin.
Girtiyên PKK'yî yên Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê bi riya malbatên xwe Şoreşa Rojava silavkirin û destnîşan kirin ku ew piştgiriya xwe ya madî û manevî didin kampanyayê. Girtiyan di çerçoveya kampanyayê de hezar TL yê ku ji daçûna xwe birîn bi riya malbatên xwe ji gelê Rojava re şandin. Girtiyên PKK'yî, destnîşan kirin ku gelê Rojava bi salane xwe rêxistin dikin û ji bo Kurdên li perçeyên din madî û manevî piştgiriya xwe texsîr nakin.
Girtiyên PKK'yî diyar kirin ku gelê Kurd li Rojava, pêvajoyek şoreşgerî dijîn û wiha gotin; "Hêzên desthilatdar di xwazin gelê Rojava bi qedera wan ya neguher re paşde bimînin û di vî aliyade çiqas lîstokên qirêj hebe li ser wan hatiye lîstin û dilîzin. Lê em di vê bawariyê da ne ku gelê me yê Rojava destxistiyê xwe bi dayina canê xwe bimîne jî dê biparêze. Bi salan e gelê me yê Rojava ji bo Kurdên li perçeyên din piştgiriya xwe ya madî û manevî texsîr nekirine. Îro ji li ser gelê me yê Rojava ji aliyê hevkarên desthilatdaran ambargo tê meşandin. Otorîteya Başûrê Kurdîstanê ku dibêje em doza Kurdan dimeşînin, ew jî bûne perçeyek ji vê lîstokan. Em vê tawrê otorîteya Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Heke em îro nebin yek, em dê kengî li hev xwedî derbikev?"
Girtiyên PKK'yî, ji daçûna pêdiwiyên xwe birîn û ji bo gelê Rojava şandin. Girtiyan, da zanîn ku ev pereyê ku dişînin ew dizanin têra wanî tiştekî jî nake û wiha gotin; " Bi vê kampanyê em piştiriya xwe ya gelê Rojava bi dil û can didin nîşandan û me xwest ev kampanya bibe wesîleyek ji bo piştgiriyê."
DÎHA/AMED