Sala 1992'an salek ku di bajarên Kurdan de xwîn wekî kanî diherikî, mirov bi qefîleyan dihatin gulebarankirin, JÎTEM, artêşa taybet, tîmên taybet, leşker, polis sor dikirin. Mirov davetin bîrên asîtê, zindî zindî dişewitandin, gundiyên xizan ên Kurd li pey panzêran li kolan û gundan digerandin, bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin, îşkence, hovitî hikum dikir, bû. Endama HPG'ê Leyla Altan (Arjîn Garzan) ku di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest da, di demeke ku ji ber qêrîna jin û zarokên Kurd hemû cîhan ker bibû de, berê xwe dabû çiya. Di demeke ku tunehesibandin, zilmekê ku mirovan ji mirovatiyê derdixîne hikûm dikir de, bêrûmetiyê red kir û wekê her Kurdekê derket çiya. Ji ber vê yekê di lîste û belgeyên dewletê û fermî de wekî "terorîst" hate qeydkirin. Li ser navê rûmet û heysiyeta mirovahî li hember hovîtiya ku di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin serî hildan, ji şebekeya suc a li ser rûyê dinyayê herî tarî serî dananî, hesabê ji kirinên wan pirsin di nezde serdest û yên xwînmijan de sucekê nayê efukirin, bexişandin. Leyla Altan (Arjîn Garzan) 20 sal li serê çiyayên welatê xwe yê di bin kedxwaran de dinaliya li dijî zilma li ser xwe ket nava şerekî.
Altan, li dijî rejîma sucdar ku bi şebekeya cinayet û kujeran xwe li ser piyan digire, di vê 20 salî de li ser navê gelek û rûmeta mirovahiyê hemû tengazerî, tunebûn û xizaniyê jiya. Altan, di jiyana 37 saliya xwe de 20 salên dawî mirovekê azadîxwaz, jinekê dixwaze bi rûmet bijî ji jiyanê tiştê bixwaze, hemû serbilindiyê, li ser navê têkoşîna jinên azad bi berxwedanek bêhempa, xiste jiyana xwe.
Neviyê Eliyê Unis Altan ku di sala 1992'an de wekê bapîrên xwe yên asî berê xwe da çiyayan, di sala 1993'an de di encama pêvçûnekê li çiyayên Xerzan derket de birîndar bû. Bi halê xwe yê birîndar, hevalekê xwe yê din a birîndar ji bo dijminê wan wan negire û nekuje ji herêma pêvçûnê li pişta xwe kir û ew xilas kir. Di rojên ku mercên xwezayê pir xedar bû de, birîna wê her diçû giran dibû. Ji ber vê yeke di heman salî de bi riyên veşartî derbasî Ewropa bû. Li welatên ewropa jî xebatên xwe meşand. Di nava demek kurt de ji hêla heval û gelen li wir ve wek kesek girêdayê têkoşîna xwe, dirûst û pir tê hiskirin di hefizan de ma. Ji wir jî di sala 2004'an de vegeriya welêt û di komîteya jinûve avakirina PKK'ê de cih girt. Piştre tevlî yekîneya HPG'ê bû û li herêma Xerzan hat peywirdarkirin. Keça Kurd di 24'ê Adarê de di encama pêvçûna li navbera navçeya Baykan a Sêrtê û Hîzan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dide. Keça Kurd ku li dijî zilmê serî hilda, di rojekê payîzê de ku gotina 'Ez Kurdim' qedexe bû bêdeng riya çiya girt. Piştî 20 salan ji hêla 10 hezaran kesan ve bi alan, bi dirûşmeyên tolhildanê anîn gundê lê ji dayik bûye û bi girseyî hate definkirin.

Bi kena xwe dora xwe ronahî dikir
Jina Kurd Leyla di şerê xwe şê 20 salan de, li ser kerba kesên jiyanek bêrûmet li ser civakê ferz dikirin, bi ken û hezkirina xwe jina Kurd di dilê jinên Kurd de cih girt. Ji ber vê ye di koça xwe yê dawî de jî kesên kefenê li ser rûyê wê yê bi ken radikirin matmayî dihişt. Ji be vê yekê dayika wê Bedrucemal Altan, her çiqas hemû tevgeriya zarokatiya wê dihat bîra wê jî, bi fikara ku dê nikaribe wê baş bîne ziman, digot, "Gelek tişt hene bê gotin, lê nikarim vebêjim."

'Neheqî qebûl nedikir'
Dayika wê Bedrucemal Altan, bi van gotina "Leyla, bi hirsa xwe ya zarokatiyê her tim neheqiya di navbera zarokan heta sererast nekiribûya nedisekinî" dest bi vegotina keça xwe kir. Altan, diyar kir ku her tim li hember xeletî û neheqiyan disekinî. Altan, ev tişt gotin: "Zarokek bi xeberdan bû, bersiva her tiştî dida. Dema dest bi karekê dikir heta xilas nekiribûya dev jê bernedida. Dema derket çiya jî ez bawerim hemû tiştî serkeftî dikir, di nivî de nedihişt." Dayik Altan, hin bîranînên wê yên zarokatî jî got û wiha berdewam kir: "Ez dest bi bîranînên wê bikim sê roj û sê şev xilas nabin. Li nêzî gundê me cinanan titûn datanîn. Zarokên wan dihatin buz dixwestin. Li ber wan disekinî digot 'heta hûn nebêjin Bijî Serok Apo' ez bûz nadim we. Dema zarokan digotin, piştre dida wan. Dema me zarokek dida destê wê, ji ber ku pir ji wan his dikir, bi maçê û gezan wan digirand. Dema me digot 'çima te wê girand' bersiva 'bila we jî neda destê min'. Dîsa dema biçûk bû, keç mamê wê derheqê Apo de hin tiştan gotibû, ew jî ji hêrsan wê keçikê derxistibû serê darê heta şeveqê wisa hiştibû. Li Êlihê lîse dixwend, li dibistanê jî her tim di nava çalakiyan de bû, xwe nedida paş." Dayik Altan, bang li Serokwezîr û dewletê jî kir û diyar kir ku divê êdî ev şer rawest e. Altan, anî ziman ku divê êdî ev mirovên ciwan û bedew neyên kuştin.

'Ji bo serkeftina jinên Kurd têkoşînê da'
Xwişka Leyla Altan, Sohbet Altan Çetîn ku piraniya jiyana xwe pê re derbas kiribû diyar kir ku çûna Leyla ji bo wan, malbatê û gele Kurd êşek mezin e û wiha vegot: "Beriya ku derkeve çiya dema me yê mezin bi hev re derbas bû. Ez wan deman jibîr nakim. Êşek mezin e, kesayetekê nayê jibîrkirin bû. Di dema lîseyê de kesek serhildêr bû. Serî ji tu neheqiyê re danetanî. Li dibistanê her tim di nav çalakiyan de bû, têkoşînek xurt dimeşand. Ya dawî di merasîma rojnamevan Cengîz Altun de her çiqas dayika min got 'neçin' jî dîsa xwe ser dîwarê de avêt û tevlî merasîmê bû." Altan, destnîşan kir ku dizanibû jinên Kurd çi dixwaze û bi wê zanebûnî têkoşînê dida û wiha berdewam kir: "Zanibû jin êşek çewa dikşîne. Ez wek xwişkekê wê, malbata wê wek jinek em dê girêdayê riya têkoşîna wê bin. Di dema Arjîn tevlî refê têkoşîna azadiyê bû, kuştinên kujerên wan nediyar, zilma li ser jinê zêde bû. Ji malbata wê jî gelek hatin kuştin. Ya dawî jî neferê Serhildana Mala Eliyê Unis mamê wê rehmet kir. Ji ber vê yekê di vê hefteya lehengiyê û ji serhildana Sason heta niha hemû lehengên têkoşînê silav dikim."

'Em xwînrijandinê rawestîn in'
Altan, bang li Serokwezîr Erdogan û rayedarên dewletê jî kir û ev tişt gotin: "Bila ev operasyon rawestin. Em gelê Kurd bi salane dibêjin aşitî, wan jin û zarokan kuşt. Em çiqas dibên aşitî, wan milên zarokan şikand, em dibên aşitî, wan li Roboskiyê komkujî pêk anîn, me got aşitî, wan li ser ciwanan operasyon pêk anî, em dibên aşitî wan vîna me, wekîlên me, şaredarên me, davêjin pişt çar dîwaran. Em vê yekê napejirînin. Em dixwazin li vê welatî aştiyek rastî, baweriya me bi hev bê, çêbibe."

'Navê keça min jî Arjîn e ev şer bidome wê ew jî here'
Altan, diyar kir ku dê Arjîn xilas nebin û wiha pê de çû: "Îro Arjîn çûbe, bi hezaran Arjîn hene wek hevalên wê yên din. Niha navê keça min jî Arjîn e, heke ev rijandina xwînê raneweste, ev şer bidome, ev Arjîn jî dê di wê rêyî de here. Dê Arjîn bi hevalên xwe re bijî." Altan, nameya ku Leyla Altan ji hevala xwe Ekîn Ceren re şandî bibîrxist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Te ji Ceren re digot 'Kena te çi xweşik bû, dê di biharê de nemiriyayî, divê te biharê dîtibûya.' Arjîn, kena te jî pir xweşik bû, dê di biharê de nemiribûyayî dê biharê bidîta. Dê kulîlkên nû pişkîvîbûn bidîta, tê jî bidîta. Lê sond û Peyman em dê vana bi te bidin jiyandin."

 DÎHA/ÊLIH