
Serokê KURD-DER'ê Mustafa Karaman, diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de her tim li ser zimanê kurdî ramana înkar û îmhayê hate meşandin û wiha got: "Tirkiye bûye goristana zimanên cuda. Ji hemû kesî re zextên tirkbûnê hatin meşandin. Ji bilî tirkî bi tu zimanên din perwerdehî nehate dayîn. Ev yek jî hilberîna ramana yek ziman, yek dewlet û yek al e. Îro li Tirkiyeyê 34 ziman tên axivîn. 34 çand û netewe hene. Hemû rengên li Tirkiyeyê tên înkarkirin."
'Bila operasyon rawestin'
Karaman, anî ziman ku heta niha bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Bi şer re pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Mirina ciwanên kurd û tirk tu kesî keyfxweş nake. Her tim rondikên dayîkan barandin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila demildest operasyonên leşkerî û siyasî bên rawestandin, çek bêdeng bikin û hevdîtinên aştiyê û muzakere berdewam bikin. Bila tu kes li ser xwînê polîtîkayan neke."
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî ziman de xebatekî pêk anî û di nava 3 hezar zimanan de kurdî di rêza 30'emîn de cih girt. Ozçelîk, anî ziman ku ligel zimanên fermî yên ji yekî zêdetir li welatiyên Ewropa tên axivîn kurdî di aliyê çand û hûnerê de bêtir hilberîn pêk anîniye û wiha got: "Li mûzeyekî Întîlîstanê de kevirê tê pêşandan ê ayîd 2 hezar û 330 sal berê li esr helbertên kurdî hatiye nivîsandin derket holê. Ji ber vê yekê kurdî hem û zimanê nivîskî û hem jî zimanê devkî ye. Ev yek jî nîşaneya kesên dibêjin kurdî zimanê zivîsê nîn e vala derdixe. Li tu welatan hînî kurdan helbestvanên kurd tunene. 25 helbestvanên kurd hene. Heta ziman azada nebe kes azada nabe, heta kes azad nebe gel azad nabe."
Piştî axaftinan guhdariya mûzîkê pêk hat.
DÎHA/ENQERE
Bê navber xebat ji bo Kurdî
Xabatên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) yên li rojavê Kurdistanê ji bo perwerdeya zimanê Kurdî li her qadê berdewam dikin.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Sûriye Reqayê di nava hemû zorî û zehmetiyan de, xebata zimanê Kurdî dimeşîne û Kurdên li wir dijîn fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dike.
Kurdên ku li Reqa jiyan dikin tevî hemû zehmetiyên şer û jiyanê di fêrbûna zimanê xwe de bi îsrar in, li ser daxwaz û elaqeya gel SZK�ê di malan de dest bi dewreyên zimanê Kurdî kir.
Li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî bi awayeke fermî tê dayîn, lê ji ber hebûna rejîma Bass û Artêşa Azad di bajarê Reqa de Kurd nikarin bi serbestî perwerdeya zimanê xwe bibînin.
Lewre dewreyên zimanê Kurdî di malan de tên dayîn, dewreyên ku di malan de tên dayîn ji aliyê gel ve bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin û rojane hejmara kesên ku dixwazin fêrî ziman bibin zêde dibe.
Li gundên Dirbêsiyê dersên Kurdî
Piştî bicihkirina Kurdî di nava perwerdeya rojane de, li gundê Boxazê ê girêdayî Dirbêsiyê, şandeyek ji saziya ziman çû serdana dibistana gund.
Endamê SZK'ê Bedran Penaber ji zarok û mamosteyan re li ser giringiya perwerdeya zimanê dayikê axivî û bang li her kesî kir da ku cihê xwe di nava xebatên perwedeya zimanê Kurdî de bigirin.
Di dawiya serdanê de saziya ziman pirtûkên perwerdeya Kurdî li zarokan belav kirin.
REQA/DIRBÊSIYÊ