Jinan, anîn ziman ku tenê ji bo şertekî mirov dikare bi dildarî êşê hilbijêre û ew jî ji bo rûmet, azadî û nasnameyê ye û wiha nivîsandin: "Ger ku rûmet, nasname û azadî hate binpêkirin mirov mirov dikare ji bo parastina wê êşê bikşîne. Kurdan di dîroka şaristaniyê de her tim rastî zulm û zordariyê hatin. Di 30 salên dawî de dîsa zilm û zordariya li ser Kurdan bi reng û ruyên cuda berdewam kir." Jinan di berdewama nameya xwe de destnîşan kir ku windakirina pirsgirêkê û înkarkirin navê faşizmê yê din e û wiha dirêjî dan nivîsandinê: "Sazûmankarê kapîtalist û AKP di daxwazên xwe de nikare bi ser bikeve. Ji ber vê yekê her kes dixwae Kurdan û hêza gelê Kurd li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe bikar bîne. Dixwaze wan perçe bike û yekîtiya wan xera bike. Dixwazin Kurdan teslîm bigirin û bêdeng bikin. Ji bo înkar û îmhayê serî li hemû rêbazan didin."
Jinan di berdewama nameya xwe de xwestin hemû cîhan û alem zanibin ku Kurd çawa aji bo doz û têkoşîna xwe xwe davêm mirinê û wiha lê zêde kirin: "Kurd ji bo azadiya xwe bedelên mezin didin. Ji dayîna bedelan de xwe nadin paş. Dîsa ji bo azadî û rûmeta xwe dê dayina bedelelan berdewam bikin. Kurd dê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê, li dijî operasyonên li ser navê KCK'ê pêk tên têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dizanin îro çima em di zindanê dene. Dixwazin jinên ku li azadî û vîna xwe degiren bêdeng bihêlin û vîna wan bişkinin. Ji ber ku em li dijî feraseta kapîtalîst, şer, zilam, serdestî û berjewendiyê têdikoşin, dixwazin vîn û tekoşîna me bişkînin. Lê em dê tekoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin."

'Raperînê dê berdewam bike'
Jinan di dawiya nameya xwe de bal kişand ser pêvajoya dawî û wiha dawî li nameya xwe anîn: "Pêvajoya niha ji serdema darbeya 12'ê Îlonê ne cudatir e. Dixwazin di aliyê siyasî de kurtan perçe bikin û tune bikin. 30 sal berê digotin em dê tune bikin û perçe bikin, niha jî dibêjin em dê bi operasyonên siyasî vîna wan tune bikin û wan teslîm biirin. Dixwazin bi polîtîkayên nû û rêbazên nû dîsa Kurdan bikin koleyê xwe. Em wekî jinên ku ji doza "KCK'ê" girtî dê doz û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dizanin ku gelê me yê bi rêxistin û têkoşer me azad bike. Em dizanin sekna gelê me ya bi rûmet dê azadiyê bîne."

DÎHA/ENQERE