Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Navenda Çanda Cegerxwînê bi şîara “Yekitî û Pîrîtî Zindîbûn e” li Amedê 1’emîn Konferansa Elewiyan pêk anî.  Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, diyar kir ku azadiya Elewiyan û azadiya Kurdan bi hev re girêdayî ye û tê heman wateyê.

Sazî û komeleyên Elewiyan bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Navenda Çanda Cegerxwîn bi şîara “Yekitî û Pîrîtî zindîbûn e” 1’emîn Konferansa Eleviyan pêk anî. Di konferansê de Nivîskar Pîrî Er, dîrokzan Erdogan Aydin, Necdet Saraç, Serokê Federasyona Elewiyên Demokratîk Alî Koyluce, Dr. Golmorad Muradî, Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistana Federal ê berê Felekatin Kakeyî, Serokê Komeleya Elewiyên Azad îmam Balsever, Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, Şaredarê Amedê Osman Baydemir, Parlamenterên BDP’ê Demîr Çelik, Sebahat Tuncel, Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul, Prof. Dr. Celilê Celîl û Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, amade bûn.
 
Ji bapîran feraseta nû

Li salona konferansê wêneyên 3 jinên Kurd Sakine Cansiz Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Pêşengê PKK’ê Mazlum Dogan, pêşengê Kurdan Seyit Riza, Alîşer, Îbrahim Kaypakkaya, Huseyin Înan û Huseyin Cevahir hatin daliqandin.
Li salonê pankarta “Biyerê canîno ma bibêw yew, werin canno em bibin yek” hat vekirin. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Ewil Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, axivî û diyar kir ku bi salan e axa Mezopotamya dergûşî ji pir zimanî û pir çandiyê re kiriye û bêhna pir ziman û pir çandê ji kolan û axa wê tê.
Baydemir, anî ziman ku ev ax destpêka şaristaniyê ye û di 100 salên dawî de polîtikayên înkar û îmhayê pêş ketine û wiha got: “Di 30 salên dawî de têkoşîna Şêx Saîd, Seyit Riza û Mazlum Dogan ferasetek nû pêş xist û rê li pêş vê konferansê vekir.”
 
Ji yekîtiyê ditirsin

Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, jî anî ziman ku pir girînge ku di vê konferansê de gotinên “Kurdistan” û “Elewî” bi hev re tên bikaranîn û wiha got: “Ferasetên serdest û dagirker herî zêde ji yekîtiya bindestan ditirsin. Ji ber vê yekê tu caran naxwazin bindest xwe bi rêxistin bikin. Li ser axa me jî ev derbas dibe. Pergala serdest a Tirk her tim nexwest ku tevgera azadiya Kurdan û azadiya Elewiyan bibe yek. Her tim xwest tevgera azadiya Kurdan û azadiya Elewiyan li hemberî hev şer bikin. Ji ber ku azadiya Kurdan di azadiya Elewiyan re derbas dibe. Azadiya elewian jî di azadiya Kurdan re derbas dibe. Çawa ku hêzên serdest di ferqa vê rastiyê dene divê em jî vê rastiya xwe fam bikin û bêtir xwe bi rêxistin bikin û tifaqa xwe bikin yek û hêza xwa bikin. Azadiya Kurdan azadiya elewiyan û azadiya Elewiyan azadiya Kurdan e. Divê em vê yekê bi her kesî bidin vegotin. Serdest û rayedarên dewletê her tim li Tirkiyeyê 4-K’ yanî ‘Kurd, Kizilbaş, Komunist, Jin” dijminê xwe dîtine û her tim li hemberî wan dijminantî meşandiye. Dewletê her tim Kurd Elewî û komînsîst û jin ji bo xwe wekî talûkeyekê dîtine. “Tugluk, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê li ser feraset û kevneşopiya Kemalîst û hişmendiya darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê polîtikayên Asimilasyonistê pêş xistine. Tugluk, destnîşan kir ku AKP her tim xwestiye nasnameya elewiyan berovajî bike û li gorî xwe elewiyan û Kurdan bi teşe bike. Endama Serokatiya Dîwana KCD’ê Nurhayat Altun jî anî ziman ku Elewitî li Rojhilata navîn tevgera rohaniyê ya nebinavkirî ye. Konferans doh jî berdewam kir. 

DÎHA/AMED